Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kîto Sîno: Dixwazim Malekê Bo Çand û Hunerên Cuda li Brukselê Vekim


Deng u Reng-kito sino
Deng u Reng-kito sino

Hunermendê şêwekar Kîto Sîno ku ji zêdetrî 20 salan ve li Broksil dijî, bi hewildanek balkêş û bêhempa studya xwe ya hunrî kirbû navendek çand û hunerî li bajêr û deriyê xwe li ber mêvanan vekiribû , bo giftûgoyên çandî û hunerî û ya din jî bo pênasîna mirovan bi çand û xebatên cuda ve.

Ev serê çand sala ye ku Kîto piroja xwe mestir kiriye û xaniyekî wêrankirî , xerabe li derdora navneda Broksilê kiriye û li ser dixebite ku wê bike navnedek çand û hunerî û mîna hotêlekê bo hunermend û mêvanên malê.

Kîto bi destê xwe di avakirina vî xaniyî de kar dike û dixwaze ku alav û keresteyên xwezayî bikar bîne , her wiha jî hin heval û xwebxeş alîkariya wî dikin di vê xebatê de. Ji ber rewşa awarte ya virosa Korona , karî wî dereng mabû û li paş ket, lê nuha hewil dide ku dawiya sala 2022an ve bi dawî bike û deryên xwe li ber çalakiyan veke.

Ew dibêje ev piroje ji zode di serê wî deye û nuha derfet çêbûye ku rengekî cuda bide xebatên xwe yên giştî da ku çand û huner bibe pira pênasîn û rêzgirtina milet û netewên cuda.

Kîto di sala 1967an li gundewarê Durbêsiyê li herêma kurdî li Sûriyê ji dayik bûye.

Derçûyê hunera ciwan e li zanîngeha Mosko li Yekîtiya Sovyata berê.

Li Biroksil dijî û kar dike, û gellek pirojeyên gelamperî û giştî pêşkêşî bajarê xwe kiriye û hin pêşangehên takekesî û giştî jî li şend welatên cîhanê çêkiriye.

Deng û Reng-Kîto Sîno-Mon-05-23-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG