Hunermendê şêwekar Hejar Heme Emîn bi behreya xwe ya afrîner û jêhtî bûna xwe di hunera şêwekariyê de karîbû komkujiya bi navê Himeta Enfal bîne ber çavan û wê bûyerê careke din vejîne û di dêm û çavên kesên qurbanî de diyar bike.
Hejar xelkê devera Germiyan e, li Herêma Kurdistana Îraqê, lê belê piştî qirkirina Enfalna malbata wî li bajarê Silêmaniyê bicih bûye û li wir Hejar xwendina hunera bedew xwendî ye, di sala 2015an bawernameya xwe ji peymangeha hunera bedew li Silêmaniyê wergirt.
Ew beşdarî 21 pêşangehên giştî bûye tevî hunermendên din li herêma Kurdistanê û hin parêzgehên din jî.
Hunermend Hejar herwiha 2 pêşangehên taybet bi serê xwe vekirine. Tabloyên wî li hin mûzexane û ciyên fermî cih girtine .
Di sala 2018an de tabloyek Hejar bû logo ya penaberan li bajarê Bergheim li welatê Almaniya.
Di sala 2013an li mûzexana "Emne soreke" li Silêmaniyê (Ew dayireya Ewlekariya rejîma Baa's bû li Silêmaniyê ku sedan Kurd li wî avahî hatine êîkence kirin û bi dehan hatin kuştin, piştî rejîma Seddam sala 1991ê ji Silêmaniyê hat derxistin ew avahî kire muzexane-edîtor) pêşangeha xwe ya li ser Enfala vekir.
Berhmên Hejar diyar didin ku ew bi hostayî berhmên xwe dineqîne û li ser wan kar dike, bi tekenîk û şêwazên cuda lê belê bi astek bilind ji zanîna hunerî .
Yek ji pirojên wî yên serekî qirkirina Enfala ye, ku ew dixwaze ev bûyer neyê jibîrkirin û têkeve astek hunerî bilind de da ku li her derekê belav bike û çîroka xemgîn bi kesên ne-kurd re bihê parve kirin.
Hejar bawer dike ku huner ser koka çîrokê tê ava kirin û ew dikare bibe derhegek ji bo pênasîn û têghiştina mirovan.