Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Bilal Wahab: Hunera Xweşnvîsê Derbirîniya Gotinê Nîşan Dide


Dr. Bilal Wahab
Dr. Bilal Wahab

Dr. Bilal Ehmed Wahab yek ji lêkoler û şîrovekarê siyasî yên ku li paytexta Amerîka, Washingtonê tê naskirin bi lêkolîn û xebatên xwe yênm siyasî di derbarî rewşa Kurdan û Rojhilata Navîn û Amerîka.

Lê ji bilî van xebatên wî yên zanistên siyasî, ew hunermendê xweşnivîsê ye, û ji zaroktiyê ve di dema ku penaber bû li Îranê , û li ser destê mamostayekî fêrî bengehên serekî yên xweşnivîsînê bû, lê ji ber bengeha malbata wî ya zanistî , wî berê xwe da xwendina akadimî û ev behreya xwe ya hunerî paşguh kir, ta dema pandamiyê, wî dîsanê dest bi vê hunerê kir û bi dilgermî vegeriya wê û ta nuha li ser dixebite.

Ew dibêje: "Xweşnivîsîn, wateya gotinê û ciwaniya wê diyar dike."

Dr. Bilal Wahab
Dr. Bilal Wahab

Tevî ku ew bi şev û rojan di nav xircira siyasetê de ye, lê belê ew bawer dike ku bi hunerê mirov dikarin zûtir bighêjin armancên xwe û xelkên cuda nêzîkî hev bibin.

Ta nuha tu pêşangeh li darnexistiye, lê ew hêvî dike derfet bibe da ku vê hunera rojhilatî bi welatiyên amerîkî re parveke û ciwaniya wê jî bi wan bide naskirin.

Dr. Bilal Wahab
Dr. Bilal Wahab

Dr. Bilal Wahab li Enstîtuya Washingtonê ya Siyaseta Rojhilata Nêzîk dixebite wek hevkarê payebilind . Berê li zanîngeha Amerîkî ya Îraqê li Silêmaniyê mamostetî dikir. Bîlal li Kurdistana Îraqê mezin bû û li wir bawernameya wêjeyê wergirt.

Li Amerîka xwendina masterê û doktorayê wergirt. Ji ber çalakiyên malbata wî ji bo mafên Kurd li Îraqê, 5 sal li kampên penaberiyê ên li Îranê penaber bûn û wî zarokatiya xwe li wir derbas kir. Nuha li Amerîka eyaleta Virginia ya Amerîka dijî û li Washingtonê jî dixebite.

Deng û Reng-Bilal Wahab-Mon-11-21-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:10 0:00

XS
SM
MD
LG