Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yeqîn Olmez: Werger Zimanê Kurdî Zengîn Dike


Yeqîn Ölmez
Yeqîn Ölmez

Ji bo zimanê kurdî, di van demên dawî de xebatên cuda û balkêş dibin, ku yek ji wan karê wergerê ye, û nuha geş dibe di nav nivîskarên kurd de ku berhmên ji zimanên din wergerînin zimanê kurdî.

Nivîskar, hunermend û helbestvan Yeqîn Olmez yek ji wan kesa ye ku bi dilgermî xwe daye xebatên wergerê û nuha amadekariya govarekê dike bi çend hevalên xwe re ku wê bi navê LEW be û tenê wergera helbestê be.

Ev Govar wê her 4 mehan carekê bê weşandin û ji zimanên biyanê bê wergerandin.

Yeqîn ji Şemrexa Mêrdînê ye û li wir ji dayik bûye.

Di sala 1982’an de malbata wî koçî Mêrsînê kir.
Di ‘96’an de, ligel hevalekî xwe Koma Hemdem ya muzîkê ava kir.
Her wiha heman salê di avakirina NÇM şaxa Mêrsînê de cî girt û heta bi sala 2001’ê kar û barên xwe yê hunerî li NÇM meşand.

Di 2002’an de tevî 3 hevalên xwe dest bi derxistina kovara wêjeyî-hunerî KEVANê kir. Weşana KEVANê sal û nîvekê ajot û 6 hejmar derçû.

Di 2004’an de tevî 2 hevalên xwe koma muzîkê MAHABAD ava kir.

Di sala 2010’an de pirtûka wî ya helbestan BEYTIK ji nava weşanên Belkî û di 2011’ê de albuma MAHABAD a bi navê XELEK ji Kom Muzîkê derçû.

Ji 2008’an ve ye nivîs û wergerên wî yên têvel di Diyarnameyê de diweşin.
Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Kevan, W, Çirûsk, Hinar û gelekên din de helbestên wî derçûne.
Di 2010’an di juriya pêşbirka helbestê ya Huseyîn Çelebî de û di 2020’an de di juriya Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de cî girt.

Di 2018’an de pirtûka wî ya duyem ELÎFBÊTK dîsa ji nava weşanên Belkî û di 2019’an de jî albuma wî ya solo ya bi navê NEHBERK ku ji 9 stranên Mihemed Şêxo pêk tê derçûn.

Yeqîn di dawiya 2017’an de ji ber fişarên dewletê neçar ma ku ji welat derket û koçber bibe û 3 sal in ku li Cenevreya Swîsre dijî, li Zanîngeha Cenevreyê xwendekerê beşa sîkolojiyê ye û ev demek e ku ji helbestvanên têvel yên fransî/fransînûs wergeran bo kurdî/kurmancî dike.

Deng û Reng-Yeqin Olmez-Mon-05-016-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG