Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Awder Osman: Hunermend Berpirsê Civak û Dîroka Xwe Ye.


Awder Osman
Awder Osman

Hunermendê şêwekar Awder wek hunermendên nifşê xwe, hunera xwe li ser binyata bûyerên civata kurdî ava dike û beşek mezin ji berhmên wî li ser qirkirin û cînosaydê ye.

Awder li bajarê Silêmaniyê dijî û li wir berhmên xwe bi cîhanê re par vedike.

Ew di sala 1983 li herêma Kurdistanê ji dayik bûye.

Di sala 2006an de li zanîngeha Silêmaniyê , beşê hunera ciwan xwendiye.

Di sala 2016an ve jî li pêmangeha hunera ciwan li zanîngeha hTehranê mastera xwe wergirtiye ku li ser hunera ceng û cînosayêdê bû.

Awder ji sala 2005 an ve ta roja îro beşdarî gellek çalakiyên hunerî yên hevbeş bûye, hin li herêma kurdistanê hin jî li dervê wê.

Ji sala 2008an ve dest bi xebatên xwe yên takekesî kiriye û pêşangeha xwe ya yekem di sala 2008an li Silêmaniyê vekir.

Awder wekû kesekî şarezayî tekniîka nûjen ya hunerê , hemû şêwazên hunerî bi kar tîne û wekî din jî beşên hunerî têkeî hev dike ji wênekêşiyê ve ta girafîkê jî.

Ew bawer dike ku huner berpirsatiyek mezin e, ji ber vê yekê ew xwe dide ser vê rêkê ku bi hunera xwe çîrok û bûyerên ceng û şer di berhmên xwe diyar bike da ku neyên jibîr kirin.

Deng û Reng- Awder Osman-10-11-2021-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:35:07 0:00

XS
SM
MD
LG