Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîlan Cebar: Hunermend Nasnameya Gelê Xwe Ye


Shillan Jabar
Shillan Jabar

Hunermenda şêwekar Şîlan Cebar ji bajarê Silêmaniyê ta welatê Canada, gellek çîrok û wêneyên zaroktiyê bi xwe re hilgirtiye û ev serê 21 sal li welatê Canada dijî, lê ew herdem bi keval û berhmên xwe gel û welatê xwe dide ber çavan.

Ew di wê baweriyê de ye ku dûrbûna ji welat nikare hest û xeyala mirov pûç bike û herdem ew di berhmên hunerî de diyar dibe.

Şîlan derçûya Peymnageha hunera Ciwan li bajarê Silêmaniyê ye di sala 1996an de.

Di sala 2004an de xwendina Web Design li Toronto bidawî kiriye.

Sala 2009 xwendina Graphic Design li Peymangeha Centennial li Toronto bi dawî kiriye.

Şîlan ji sala 1994an ve beşdarî çalakiyên hunerê li herêma Kurdistanê bûye û di vê salê de pêşangeha wê ya yekem bû û li pay wê êdî berdewam beşdarî çalakiyaên hunerê bû li herêma Kurdistan û welatê Canada.

Şêwaza hunera wê derberînya rengîn e ku bi rengên gerim û geş hestên xwe li ser kevalê radixe û zelel dike, ya din jî ew kêşeya jinê li her berhmekê diyar dide û taybetî jî jinên kurd.

Girêdana Şîlan bi xwezayê û Gulan ve hiştiye ku reng û şêwazê gulan rengvdanek berfireh bide ser berhmên wê û ew yek ji bavê xwe wergirtiye ku dibêje ew mamostayê wê ê yekem bû û her wisa jî bandora hunermendên ferensî wek Rênwar û Manê li ser berhmên wê diyar bibin li kêleka bandora mezin ya Van Gogh jî.

Deng û Reng-Şîlan Cebar-05-02-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:59 0:00

XS
SM
MD
LG