Di 13 meha Tebaxê de , Symposium ya 11 peykersazên kurd li bajarê Happerschoß li Almaniya lidar ket.
Ev Symposium bi alîkariya karsazê kurd Yûsif Elo hat birêvebirin, ku 11 peykersazên kurd ji tevaya herêmên kurdî anîn ba hev û berhemên xwe nemşayî xelkên elman û biyaniyan kirin.
Wekî din jî hunermend Nizamettîn Ariç di destpêka pêşangehê de mûzîka xwe pêşkêşî wan kir wekû piştevanî ji vê gava balkêş re.
Hunermendên beşdar:
Salih Nemir
Ehmed Qilêç
Welîd Ebdo
Jiyan Seîd
Yûsif Bekir
Seywan Saedian
Avan Fetah
Niaz Beyatî
Mehmûd Aydin
Zubêr Yûsif
Êdo Hisên