Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêro Hindê: Em Kelpora Kurdî Bi Şêwazekî Hunerî Nû Pêşkêş Dikin


Piştî destpêka şerê Sûriyê û damezrandina herêma kurd ya xweser de di bin desthilata kurdan de, jimarek ji keş û xortên kurd berê xwe dan huner û çanda kurdî û bi lez karîbûn hin bengeh û navnedên hunerê li herêma kurdî ya li bakûr û rojhilatê Sûriyê ava bikin. Yek ji wan kesên damezrîner hunermend û derhîner Şêro Hindê ye, ku bi kedek berçav karîbû di nav çend salan de berhmên balkêş biafirîne û belav bike.

Şêro Hindê di sala 1980ê de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye.

Di nav malabtek kurdperwer û hezkiriyê ziman û çanda kurdî de Şêro mezin bû û bi taybetî jî bandora kalkê wî helbestvan Mihemed Elî Hiso pirr li hişmendiya wî hebû.

Wî li zanîngeha Şamê beşê şûnwariyê xwedniye , lê belê ji ber hezkirina wî ji sînema û wênegirtinê wî hînkirinek taybet wergirt û dest bi xebatên xwe kir di nav karên şûnwariyê de.

Ji zaroktiya xwe be beşdarî çalkiyên zarokan dibû yên şano û yên hunerî, lê derfetên baş li Qamişlo nebûn ku ew zwe bide pêş ji ber vê yekê di dema ku xweseriya demokrat ya Rojava hate damezrandin , êdî hêza xwe da kar û xebatên hunerî ji şano ta stranbêjiyê.

Bi hevalên xwe re li Qamişlo di sala 2014an de Hunergeha Welat damezrandin, ya ku bû navendek serekî ji afirandin û çêkirina kilîp û starnên kurd bi şêwazek nû û balkêş.

Wekî din jî Şêro û hin hevalên xwe Komîna Filmên Rojava damezrandin. û di vê salê de 2021ê de wan Pargîn damezrandin ya ku li ser stran û dengbêjiya kelporê kurdî dixebite.

Ji aliyê Sînema jî Şêro karê derhîneriyê kiriye ku ji filimên wî :

  • Çîrokên bajarên Wêrankirî
  • Evîn di rûyê qirkirinê de

û wekî din jî ew bûye mamosteyê filimsaziyê û wênegiriyê û lîstkvanî jî kiriye li kêleka nivîsandina stran û helbestan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:43:42 0:00


XS
SM
MD
LG