Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nihad Ebdilqadir:Hunera Min bi Çîrokên Kurdî Ava Dibe


Deng u Reng-Nihad Ebdilqadir
Deng u Reng-Nihad Ebdilqadir

Hunermendê şêwekar Nihad Ebdilqadir, bi çîrokên kelepora kurdî û nîgarên afsaneyî di folklora kurdî de berhm û hunera xwe ava dike, bi ser ku ew li bajarê Reqe yê erebî li Sûriyê mezin bûye, lê belê wî pêwendiyên xwe ji gundê xwe nebirî bû û kir jêdera serekî di berhemên xwe de.

Nihad Ebdilqadir di sala 1978an de jidayik bûye, li gundê Nofeliyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve ye.

Di sala 1985an de tevî malbata xwe li bajarê Reqa bi cî bû û li wir xwendin û jiyana xwe berdewam kir.

Derçûyê pêemangeha hunera ciwan e li bajarê Reqa -2003.

Li Reqa gellek xebatên hunerî bi takekesî û komî ve li darxist.

Maomstê hunera ciwan bû li bajarê Reqa.

Ji ber şerê Sûriyê ew koçberî Libnanê bû û li wir jî beşdarî gellek çalakiyên hunerî bû û pêşangehên takekesî û hevbeş li darxist.

Nuha Nihad li Canda li bajarê Kitchener, Ontario dijî .

Ji sala 2002an ve pêşangeha xwe ya yekem li bajarê Reqa vekir û wisa berdewam kir li Sûriyê , Libnan ta Canada.

Nihad kevala xwe li ser çîrokên afsaanyên kurdî avadike, û rengekî surralî dide berhemên xwe bi rengê gerim û sad e.

Deng û Reng-Nihad Ebdilqadir-05-09-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:36 0:00

XS
SM
MD
LG