Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seyda Goyan: Zengîniya Folklora Kurdî Baş Nehatiye Naskirin


Kelepor û folklora kurdî bi zengîniya xwe, şax û rehên xwe li her gund û warekî kurdî cih girtiye û bi taybetî xwe dide nasîn, lê belê ji ber rewşa kurdan ya siyasî û asteng gellek ji rûpelên vê folklorê hatine wendakirin û paşguh mane.

Di demên dawî da, xemxûr û hezkiriyê folklora kurdî dest bi xebatên bê hempa kirine ji tomarkirin û danaheva stran, çîrok, çîvanok û ta cil û bergên resen.

Seyda Goyan yek ji wan kesên xemyûrê vê folklorê ye û ji sala 1993an ve dest vê xebatê kiriye û ta roja îro berdewam e.

Birêz Seyda ji devera Goyan e li cizîra Botan, lê belê ew li bajarê Batmanê dijî.

Bi hezaran stran û çîrokên kurdî tomar kirine û serdana piraniya gund û bajarokên kurdisanê kirîye bo danahev ya folklora kurdî.

Li Enstîtûya Kelpora kurdî li Silêmaniyê çend pirtûkên xwe çap kirin.

Nuha dest bi kişandina filimên belgeyî bo dengbêj û hunermendên kurdan kiriye û gelek ji wan tomaran kiriye arşîva xwe bo her kesek sûdê jê wergire.

please wait

No media source currently available

0:00 0:22:28 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:16:52 0:00

XS
SM
MD
LG