Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîlawer Omer: Bi Hunera Xwe Min Êşa Kurdan û Sûriyê Da Nasîn


Dem ku huner dibe zimanê êşê û bersiva jiyana zordestiyê , êdî ew derbasî nav jiyanek din dibe û dibe nasnama kommelekê ne ya hunermend bi tenê. Wisa hunermend Dîlawer Omer hunera xwe da pêş û bi rêka wê gelek çîrokên xemgîn ji Kurdistan û Sûriyê nimaşayê xelkên biyanî kir.

Dîlawer di sala 1986'an li bajarê Dîmeşqê ( Şam) ji dayik bû.

Malbata wî bi xwe ji Dêrikê ye, lê ji ber kar û barê jiyanê li Şamê bicî bibûn.

Ji zaroktiya xwe ve, guhdana xwe bi hunerê diyar da û mamostayên wî di dîbistanê te guhdan bi behreya wî ya hunerî kirin.

Di sala 1997'an de tevî malbata xwe koçberî welatê Siwêsra bûn û ta roja îro li wir dijîn.

Berhemên Dîlawer bi siyasetê girêdayî ne, ji ber ku wî siyast xwendiye û ya din jî ji ber ku bavê wî zindaniyê kevin bû li ser destê rêjîma sûriyê ji ber çalakiyên wî yên kurdî.

Piştî Şerê Sûriyê , Dîlawer berê xwe da teknêkên nû wek Digital art ji ber rewşa rojane bişopîne û li ser wan nîgaran çêbike.

Bi berhmeên xwe karî bû gelek kesan bi rewşa Sûriyê û ya kurdan bide nasîn.

Beşdarî çend pêşangehan bûye û hîna karê xwe berdewam dike tevî ku hin ji berhemên wî bûne pûlik û li Ewrûpa belav bûne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:17:14 0:00


XS
SM
MD
LG