Rêka hunerê di nav civakî kurdî de bi kelem û zorî ye, ji ber gelekj sedeman û bi taybetî li himberî jinên kurd ku gelek caran rê li pêş behre û zîrekbûna wan tê girtin. Ji ber vê yekê jî ew hunermendên jin di cavta kurdî de hêjane û mînakên serekeftinê ne di esmanê hunerê de.
Hunrmend û stranbêj I’tidal Mehmûd yek ji wan jinên hunermend in, ku bi zorî hunera xwe hilgirtiye û ta roja îro berdewam dike.
Ew ji bajarê Qamişlo ye û di nav malbatek hunerhez û welatperewr de mezin bûye.
Destpêka wî di dîbestanên serkî de bû, lê belê ew di nav komên kurdî de û bi taybetî koma Xelet, xwe bi cemaweran re da naskirin û li ser dikên Newrozan hate naskirin.
Bi tona dengê xwe ya taybet, şweazekî xweş da stranên xwe û yên go digotin ji hunermendên din re.
ji ber kêmbûn yan tunebûna stana zarokan di nav stran û mûzîka kurdî de, hunermend Itîdal xwest ku vê gavê bavêje û di sala 2002'an de elbumek stranên zarokan belav kir bi hin ji awazên wê û gotinên helbestvan Ferhad Icmo.
Di 2008an de elbumek bi navê “Cejne Îro” belav kir.
Ji ber şerê Sûriyê û rewşa herêmên kurdî ew û malbata xwe berê xwe dan herêma kurdistanê û Dihokê bicî bûne.
Li herêma kurdisatnê jî Itîdal, gelek beşdarî kirin di nav çalakiyên hunerî de li herêma kurdistanê û çend stran û vîdyo kilîp derxist.
Ew gelek gazina ji civak û karbidestên siyaseta kurdî dike, ku ta roja îro nizanin çawa karibin qedirê hunermendên xwe bigirin û rêzê li wan bigrin ta ku karibin hunera xwe li pêşxînin û hunera kurdî zengîntir bikin.
çend stranên zarokan: