Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Delîl Silêman: Ez bi Hunerî Êş û Rastiya Jiyana Me Didim Ber Çavan


Di dema ceng û şer de rastî bin pê dibe û gellek ji tewan û bûyerên girîng wenda dibin, wiha di şerê Sûriyê de jî gellek çîrok û wêneyên xemgîn di bin kavilan de man. Lê belê her dem jî hin kes hebûn ku sînga xwe didan ber mirinê da ku ew rastiyê derxînin û belav bikin..ew kesên ku li paş kamîrê bûn û gav bi gav gulla mirinê dişopandin.

Mêvanê vê xelekê ji bernama deng û reng wênegir û rojnemevan Delîl Silêman e, yek ji wan xortên behremend e ku li Qamişlo şerê DAIŞ, rizgarkirina Raqa û teqênin xwekujî û evîn û hezkirina welat dişopand.

Delîl yê 33 salî, ji sala 2013an ve dest bi karê wênegiriyê kir piştî qedandina xwedina zimanê Ferensî li zanîngeha Dîmeşqê.

Destpêka wî wekû wêneger û rojnamevan bi ajansa France Press re kar kir.

Ta roja Îro berhemên wî li seranserî cîhanê belav bûne, bi taybetî yên jinên kurd yên şervan di eniyên şer de.

Delîl di hin pêşangehên navxweyî û yên navnetewî de beşdar bûye.

Wêneyên Delîl ne tenê bûyeran dide ber çavan, lê belê ew hunerê di wan de geş dike..çavên bi girî dibin kevalên hunerî û xemla serê şervanek jin dibe bexçak ji negên jiyanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:18:29 0:00


XS
SM
MD
LG