Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan Beşdarîya Hilcivîna Ukrayna li Swîsre Piştrast Dike


Wezîrê Derve yê Macaristanê, Peter Szijarto (çep) ligel hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba (rast). Wêne ji arşîvê ye.
Wezîrê Derve yê Macaristanê, Peter Szijarto (çep) ligel hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba (rast). Wêne ji arşîvê ye.

Macaristanê roja Pêncşemê ragihand ku ew ewê beşdarîya hilcivîna Ukrayna ya 15’ê Hezîranê ya li Swîsre bike.

Wê dewletê dîyar kir ku tevî peywendîyên wê yên xurt yên bi Rûsya re, ku jibo hilcivînê nehatiye vexwendin, ewê here hilcivînê.

Wezîrê Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto li Petersburgê di forumeke aborî de got ku ewê di asta wezîrê derve de li konferansa li Swîsre bin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy hewil dide ku jibo pêşnîyarên aştîyê, ku têde vekişîna hêzên Rûsî ji welêt heye, piştgirîyeke navneteweyî ya berfireh bistîne.

Rûsya ser hewildana Ukrayna ya jibo hilcivînê dibêje ku hederkirina zemên e.

Macaristan, ku endama NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) ye, toleyên dewletên Rojavayî yên ser dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna hatine ragihandin, bi tundî rexne dike.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban peywendîyên germ yên bi Moskowê re didomîne û her du alîyên Atlantîkê wî rexne dikin.

Macaristanê alîkarîya leşkerî neşand Ukrayna û rê li ber Yekîtîya Ewrupa (YE) girt ku ew alîkarîya 6,5 mîlyar euroyî (7,06 mîlyar dolar) nede Kîevê.

Budapeşte ji demeke dirêj vir ve Kîevê bi sedema ku ew mafên Macarên etnîk yên li Ukrayna nade rexne dike.

Sala borî jî Macaristanê ew mijar li pêş danûstandinên Ukrayna yên ser beşdarîya li YE’ê kir bend.

Ji alîyê din ve dewletên li Rojavayê Ewrupî jibo gaza Rûsî nestînin di hewildanên cidî de ne, lê Macaristanê sala 2021’an bi Rûsya re jibo 15 salan peymanek îmza kir ku li gor wê ew ji Moskowê her sal 4,5 mîlyar metrekûp gaz distîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG