Şandeyeke parlamanterên Macar dê di 7’ê Adarê de serdana Stockholm ya Swêdê bikin.
Parlamenterên Hungarî wê bi karbidestên Swêdê re ser endamtîya wê ya pêkan ya li NATO biaxifin.
Fînlandîya jî di serê vê hefteyê de dîyar kiribû ku ew li benda serdana şandeya Macar e.
Swêd û Fînlandîya par piştî Rûsyayê Ukrayna dagir kir serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê.
Di NATO de 30 endam hene û heta niha bi tenê Macaristan û Tirkîyê endamtîyên Swêd û Fînlandîya nepejirandine.
Partîya Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, Fidesz do Çarşemê ragihandibû ku ewê endamtîyên Swêd û Fînlandîya bipejirîne.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî di rojên borî de gotibû ku ewê di 9’ê Adarê de bi Swêd û Fînlandîya re jinûve dest bi danûstandinan bikin.
Jêder: Reuters