Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Hungarya Hatina Penaberan Ya Ewrupa Weke "Hespê Troya yê Terorê" bi Nav Dike


serok Hikûmetê Hungarya Viktor Orban

Roja Sêşemê serok hikûmetê Hungarya Viktor Orban got, hatina pêlên penaberan bo welatên Ewrupa û mana wan weke Hespê Troya yê terorê ye û dibêje ev bêdengiya li hember hatina penaberan dê bibe sedema aloziyan.

Viktor Orban alîgirê serokê Amerîka "Donald Trump" e jibo qedexekirina hatina penaberan ku piraniya wan ji civaka Milimanin tên ewê ku kultur û ola kirîstiyanan qebûl nekin, weke serokwezîrê Hungarya Viktor Orban dibêje.

Bi mebesta rêgirtina li hatina penaberan, Hungarya sinorên xwe yên başûr di parêze, Orban di dema sêrmoniya sûndxwarina gropek nû ya zêrevanên sinoran de ku bi navê "Nêçîrvanên Sinoran", binav kirîye, axiftinek kir û got, hatina penaberan "Hespê Troya yê terorîzmê"ye, û dibêje dema ew tên welatên me, naxwazin weke me bin û xwe di civakên me de bigoncînin, ew weke xwe dimînin.

Viktor Orban dibêje herçende niha hejmara hatina penaberan kêm bûye, lê dîsan dibe ku ev rewş bihê guhertin û ji welatên xwe yên ku hertim pirsgirêk têdane qesta Ewrupa bikin, jiber wê yekê Hungarya dê sinorên xwe bi her awayî kontrol bikin.

XS
SM
MD
LG