Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Darizandina Hunter Biden de, Dozger û Parêzer Gotarên Dûmahî Pêşkeş Dikin


Hunter Biden, kurê Serokê Amerîka Joe Biden
Hunter Biden, kurê Serokê Amerîka Joe Biden

Darizandina Hunter Biden îro Duşemê li Dadgeha Cezayan ya Federal li Wilmington li wîlayeta Delaware bi gotarên dûmahî yên dozger û parêzeran berdewam dike.

Hunter Biden, kurê Serokê Amerîka Joe Biden, bi sê sûcan tê tawanbar kirin: di pêvajoya kirîna çekê destan di Cotmeha 2018'an de.

Dozger dibêjin ku Hunter dema çek kirîye, derew li firoşkarê çekan kiriye, bi gotina ew ne karînerê madeyên narkotîkê ye. Wî Di serlêdana kirîna çekê de daxuyanîya nerast daye û jibo 11 rojan bi awayekî neqanûnî ew çek ligel wî maye, li gor dozê.

Hunter Biden her sê tawanbarîyan red dike.

Di rûniştina îro de, karbidestên FBI wek şahid û pispor hatin guhdar kirin, ji wan pirs hatin pirsîn; di derbarê peyamên telefonê yên Hunter di Cotmeha 2018’an, heman meha ku wî çekekî destan kirîye û bingeha doza dijî wî ye.

Hefteya borî jî dîdevanîya hejmareke kesên din hatibûn guhdar kirin, wek Hallie Biden, jina birayê Hunter Biden, Gordon Cleveland, mêrê ku çek firotiye Hunter Biden; Keça Hunter Naomi Biden; Ed Banner, yê şahidî kir ku wî çeka Hunter di çopê de dît; Millard Greer, polîsîkî berê yê Delaware; û karmendê saziya têkoşîna dijî Derman Joshua Romig.

Dozger Leo Wise ji endamên jûrî yên doze re got ku, daxuyanîyan şahidan, delîlên laşî û belgeyî îspat dikin ku Hunter tawanbar e û got ku, "Ti kes ne li ser qanûnê re ye".

Wise herwiha dîyar kir ku dozgeran nîşan daye ku Hunter Biden, wek karînerêke madeyên narkotîkê , bi zanebûn û neqanûnî çeka destan wergitiye, bêyî ku ew çawa bi dest bixe.

Wî got ku di wan peyamên telefonê di navbera 2018 û 2019’an de, Hunter xwe wek karînerê madeyên narkotîkê bi nav dike, û hewdem hewlên wî yên destxistina kokainê ji bazirganên narkotîkê nîşan didin, ku ev delîlên ku tawanên wî îspat dikin.

Abbe Lowell, parêzerê Hunter ji endamên desteya sûndxwaran re got ku dozgeran îdîayên xwe belge nekirine.

Lowell got ku dozgeran nikarîbûn nîşan bidin ka kengî û çawa bermahîyên madeyên hişbir ketine tûrekî ku di trimbêla Hunter de hatibû dîtin.

Lowell ser şahidiya Kathleen Buhle, jina berê ya Hunter jî axifî ku gotibû Hunter karînerê madeyên narkotîkê ye. Lowell, destnîşan kir ku Kathleen û Hunter di 2018’an de, dema bûyera çekan rûdabû, êdî ne bi hevre bûn, loma jî ev şahidî ne derbazdar e.

"Di vê heyamê de şahidiyek rastîn ya ser karanîna madeyên narkotîkê re tune ye," wî got.

Lowell destnîşan kir ku forma federal ya Hunter jibo kirîna çekê tije kiriye, dipirse ku ew di dema kirînê de gelo "karîner e " yan, û wê demê jî Hunter dev ji karanîna madeyên narkotîk berdabû û loma jî gotiye "na."

Hunter li dadgehê amade ye, lê parêzeran ew wek şahid dernexistine pêş desteya sûndxwaran.

Xanima yekê Jill Biden, Apê Hunter James,xaltîka wî Valerie û xwişka wî Ashley jî ji bo piştgirîkirina Hunter Biden li dadgehê ne.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG