Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Husî Careke Din Êrîşî Erebistana Saudî Dikin


Serhildayên Husî li Yemenê îro ragihand ku wan hember xaleke leşkerî ya Erebistana Saudî ya bajarê Necran êrîşeke dronî pêk anî û sîstema Patriot ya mûşekan kir armanc.

Jêderên xwecîhî dîyar dikin ku ew cara sêyan e ku Husî êrîş yan hewila êrîşan li hember wî bajarî pêk tînin, lê heta niha ti daxuyanî ji hikûmeta Saudî negiheştiye bîragiştî.

Husîyan hefteya çûyî êrîşên dronî biribûn ser navendên neftê li hindurê Erebistana Saudî û Yekşemê jî gefa êrîşên nû kiribûn.

XS
SM
MD
LG