Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Husîyên Yemenê dibêjin ku Amerîka bi Sepandina Toleyan Şer Dirêj Dike


Hêzên tevgera Husîyên li Yemenê (Arşîv)
Hêzên tevgera Husîyên li Yemenê (Arşîv)

Televîzyona el-Mesêre ya girêdayî Husîyan, Çarşemê ragihand ku Husîyên Yemenê dibêjin, sizyên Amerîka li dijî du serfermandarên wan belgeye ku ew şer dirêj dike û kirîza mirovî xirabtir dike.

Li gor kenalê televîzyonê, yek ji berpirsên Husîyan, Mihamed Ebdulsalam di derbarê sizayên Amerîka axifîye û wî gotiye "Amerîka xwe mehkûm dike û bi van toleyan piştrast dike ku ser rawestandina êrîşkarîyê nafikire. Ev li pişt dirêjkirina şer û girankirina qeyrana mirovahî ye".

Amerîka roja Sêşemê dijî Mansur Al-Sa’adi, Serfermandarê Hêzên Deryayî ya Husîyan û Ahmad Ali Ahsan al-Hamzi, serfermandarê Hêza Hewayî û Parastina Hewayî ya Yemenê ku endamê Husîyan e, siza ragihandibû.

Berpirsa Kontrolkirina Çavkanîyên Biyanî ya Amerîka Andrea Gacki gotibû ku ev kesana, rêberiya wê hêzê dikin ya ku qeyrana mirovî li Yemenê xirabtir dikin.




XS
SM
MD
LG