Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Husên Osman Bû Hevserokê Nû yê Rêvebirîya Xweser


Meclîsa Giştî ya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di rûniştina xwe ya îro Sêşemê de, Husên Osman wek hevserokê nû yê Meclîsa Rêvebir erkdar kir.

Berî erkdarkirina Osman, hevserokê Meclîsa Rêvebir Ebd Hamêd El-Mihbaş dest ji kar kişand ku ji sala 2018’an vir ve wî karî dikir.

Li gor agahîyên Dengê Amerîka bi dest xistine, hevserokê nû Husên Osman ji bajarê Minbicê ye û ji pêkhateya Ereb e.

Ew herwiha derçûyê zanistên sîyasî ji Zanîngeha Şamê ye û rêvebirekî payebilind yê Partîya Hevbendîya Netewî ya Demokratîk ya Sûrî ye.

Hevserokê berê Mihbaş jî ji bajarê Reqayê ye û serokê Partîya Sûrîya Paşerojê ye.

Hêjayî gotinê ye ku hevseroka din Berîvan Xalid, ku Kurd e, li şûna xwe dimîne.

XS
SM
MD
LG