Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rojhilata Navîn Piştî "Peymana Abraham"


Peymana Îbrahîm li Qesra Spî Washington
Peymana Îbrahîm li Qesra Spî Washington

Roja Sêşema borî 15ê Îlonê, li Qesra Spî merasîmên Peymana Dîrokî ya bi navê "Peymana Îbrahîm" ya aştiya di navbera Îsraîlê û 2 welatên Kendavê da pêkhat.

Serokê Amerîka Donald Trump pêşwazî li Wezîrê Derve ya Bahreyn Abdullatif bin Rashid Alzayani, Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Arabî "UAE" Abdullah bin Zayed û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir li Qesra Spî, 15ê Îlonê 2020ê encam da.
Serokê Amerîka Dolad Trump mazovaniya merasîma îmza kirina peymana lihevhatinê ya Îmaratên Yekgirtî yên Arabî, Bahreyn û Îsraîlê û nûnerên wan welatan kir li Qesra Spî, merasîma îmza kirinê li baxşeyê jêrî yê Qesra Spî pêkhat.
Ahenga îmza kirina peymana di navbera hersê welatan da bi navbeynkariya Amerîka bi peyvên daxwaza aştiyek mayînde hat destpêkirin, nêzî 700 kesayetî û dîplomasiyên ji Amerîka û welatên biyanî beşdarî di ahenga îmza kirina peymana Îbrahîm “Abraham Accord” da kirin.

Piştî îmza kirina peymanê reaksyonên cûda derketin holê, welatên Arabî yên weke Misrê û Oman û Urdonê pêşwazî li peymanê kirin, herwiha welatên Ewrupa bi geşbînê ev peyman nirxan.
Lê welatên weke Tirkiyê, Îranê, Qeter û desthilata Flistînê peyman rexne kir û li dij peymanê daxuyanî dan.

Genc Sagnic Lêkolînvan - Washington
Genc Sagnic Lêkolînvan - Washington

Balyozê Amerîka li Îsraîlê piştî merasîma îmaz kirinê bo hin kenalên mediyayî axift û got, dê welatên din jî yên Arabî û Îslamî pêngava ku Mîrgehên Yekgirtî yên Arabî û Bahreyn avêtine, ew jî dê heman pêngavê bihavêjin.
Bernama Hello Washington, ev mijar bi mêhvanan re gotûbêj kir û pirsên weke; Peymana aştiyê dê çend xizmetên nakokbar bike li herêma Rojhilata Navîn?
Ev Peyman dikare grûbên radîkal û Jîhadî bihêz bike yan wan lawaz bike?
Çima Tirkiye û Îran li dijî peymanê radiwest in?
Ev pirs û gelek pirsên din arasteyî mêhvanên bernamê hatin kirin.
Mêhvanên bernamê berêz Dr. Genc Sagnic Lêkolînvan û Analîstê berê yê Navneda Moşê Dayan ji Washington û berêz, Tengezar Safuk, Rojnamevan û pisporê pirsên Arabî ji Almaniya.

Dr. Genc got "Niha du kamp, {du blok} hene, yek kampa Îran، Tirkiye, Rûsya û yên din, kampa duyê jî Amerîka, Îsraîl û piraniya welatên Kendavê ligel vê kampê ne ya Amerîka çê dike, li hember Îranê welatên Kendavê, bê alîkariya Amerîka û Îsraîlê nikarin belansê û teraziya herêmê ragirin û li hember Îran û Tirkiyê rawestin."
Genc heriwa dibêje, ev peyman ji yên berê cûdaye, ne weke wan bi Misr û Urdonê re ye, ew di dema şer û pitir pirsa leşkerî bûn, lê ev peyman cûdaye, ev serkeftina dîplomasî û ekonomî ye li herêmê.
Genc herwiha dibîne ku Peymana Îbrahîm dê bibe sedem ku grûbên radîkal bihêztir bibin.

Tengezar Sefouk Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî
Tengezar Sefouk Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî

Herwiha berêz Tengezar Safouk jî got ku "Îsraîl êdî nema dewletek herêmî û margînal kirî, niha ew dewletek navnetewî ye û rolê wê rolek gelek mezine."
Safuk herwiha got "Ev peyman qunaxek nû ya aborî û bazirganî li herêmê çê dike."

Hello Washington 18 -09 -2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:53 0:00


XS
SM
MD
LG