Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rêkeftînên Sîyasî û Leşkerî Navbera Efrîn û Gota Rojhilat


Pitîr ji mehekê bi ser êrîşa artêşa Tirkîye û çekdarên opsizyona Sûrî ya ser Efrînê derbas dibe.

Heta niha tî pêşveçûnên berçav li ser erde pêk nehatine, lê hejmara qurbanîyên sîvîl zêdetir dibe, tevî daxuyanîyên Tirkîye ku operasyona Efrînê wê sanahî û demkurt be.

Li gor çavkanîyan, Rûsya razî ye û bêdenge li ser zêdegavîyên Tirkîye, piştî rêkeftînekê digel wezîrê derve yê Tirkîye ku destpêka meha borî seredana Moskowê kirîbû.

Amerîka hember operasyona Tirkîye li Efrînê bi heman reng bêdeng e, tevî ku Kurdên Sûrîye bi hevalbendên xwe di şerê dijî DAIŞê dibine.

Li Sûrîye di dema nêzîkî 7 salên şer de çend caran rêkeftinên sîyasî bo radestkirina deverê hember devereka din di navbera hêzên xudan bandor li Sûrîye hatine kirin. Erê oprasyona dijî Efrînê beşeke ji heman rêkeftînan e?

Erê, derbasbûna çekdarên alîgiren hikûmeta Sûrî bo Efrînê wê hevrikîya Kurdan û Tirkîye biguhere bo hevrîyan di navbera Tirkîye û hikûmeta Sûrî û Rûsya?

Eger Amerîka û Rûsya hember kirdarên Tirkîye bi deng in, çima Ewrupa jî bi deng e?

Bernameya Hello Washington mêvandarîya Dr. Kemal Sido, rêvebirê nivîsîngeha Rojhilata Navîn a Komela Gelên Bin Gefan li Almanya û rojnamevan Tehir Xelîl kir.

Hello Washington
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:47 0:00

XS
SM
MD
LG