Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washingtona Îro Ser Trajedîya Alan Kurdî û Kêşeya Koçberîyê Bû


Malbata Alan di nav hestiran de ye
Malbata Alan di nav hestiran de ye

Piştî ku fotoya termê Alan Kurdî di medya cîhanê de belav bû, bi mîlyonan kesên seranser cîhanê bi xemgînî behsa wê bûyerê dikin û bi çavekî din li kêşeya penaberan dinêrin.

Bandora Alan li ser cîhanê ewqas xurt e ku hikûmetên Ewrupî sîyasetên xwe yên tund li heber penaberan hêdî hêdî nermtir dikin.

Gelo çima di vê dawîyê de gelek kes berê xwe didin Ewrupa? Şert û mercên jîyanê li Sûrîyê û Rojava tuneye? Rewşa Kobanê çi ye û divê çi bêne kirin ku gel vegere mala xwe?

Di bernameya zindî ya Dengê Amerîka, Hello Washington de em li bersîvên van pirsên jorîn û gelekên din ligel mevanên bernamê gerîyan.

Kalkê Alan, Şêxo Şîno, Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Kantona Kobanê Îdrîs Nahsan, rojnamevan Zara Misto ji Kobanê, parêzer Muharrem Erbay mêvanên bernamê bûn.

Dîsa rojnamevan Xecîcan Farqîn ji Dîyarbekirê û rojnamvan Bîlal Atlig ji Elîhê tev li bermanê bûn û hêst û nêrînên xwe anîn ziman.

HW_Alan_9_4_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:02 0:00

...

part 2
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:20 0:00

XS
SM
MD
LG