Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Biseredagirtina Kongresa Amerîkî Û Derencamên Wê


Alîgirên Trump li pêş Kongresê
Alîgirên Trump li pêş Kongresê

Roja Çarşemê dema ku Kongres bi her du civatên xwe ya senatoran û Nûneran di civînê de baûn bû pejirandin û hejmartina dengên Desteya Hilbijêran (Eletoral College) ji aliyê Cîgirê Serok Mike Pence û Kongerê dengên eyaleta Alabama û Alaska hatin hijmartin û erê kirin, dor giha eyaleta Arizona, lê wî çaxî hind endamên komarî bo eyaleta Arizona gilî kirbûn, her du civatan bo demek dirêj danûstendin li ser gilînaman kirin û rêyên yasayî yên jibo jinûve hejmartina dengan di civênê da dom dikirin, di wî çaxî de serokê Amerîka Donald Trump li Washington bo hezaran ji aligirên xwe peyv pêşkeş dikir û behsa sextekarî û dizîna dengan dikir û ji wan ixwest ku encamaên hilbijartinên 3ê Mijdarê qebûl nekin.

Capitol Hill attack_Indian guy with Flag
Capitol Hill attack_Indian guy with Flag

Êvariya heman rojê aligirên Trump avahiyê Kongresê (Capitol Hill) dorpêç kirin û bi sedan kes ketin nava avahî, hêzên ewlekariya parastina avahî nikarbîbûn wan rawestînin û alozî çêbûn û kongres neçar ma ku navirê bidin civînên li ser erê kirina dengên hilbijartinên 3ê Mijdarê.

Serokê Hilbijartî Joe Biden jiber rewşa aloz derket pêşberî gel û peyvek kurt pêşkeş kir û Donald Trump weke socdarê êrîşa ser Kongresê destnîşan kir û bang li wî kir ku derkeve TV ya Niştîmanî û ji aligirên xwe bixwaze ku avahiyê Kongresê vala bikin, û bi şêweke hêrisbûnê got, bese, êdî bese, êdî bese.

Herwiha piştî şer û pevçûn û tundiya di avahiyê Kongresê de çêbûyê 5 kes hatin kuştin, ji wana 4 xwepêşander bûn yek jê jin bû û efserekê polîsan jî roja paştir jiber giraniya birînan jiyan xwe ji dest da.

Lê şûn de, Kongresê dom da civînên xwe heta sibeya roja Pêncşemê Joe Biden weke serokê nû yê Amerîka hat erê kirin û Kamala Harris weke Cîgira serok.

Vê bûyerê dengvedanek mezin ya navxweyî û derve çêkir, bala her kesê li Washington bû, piraniya endamên Kongresê, siyasetvanên Amerîkî û serokên berê biserdagirtina avahiyê Kongresê şermezar kirin û rexneyên xwe arasteyî Trump kirin.

kani Xulam
kani Xulam

Ji derencamên wê bûyerê madeya 25 ya destûra Amerîkî kete rojeva washington û li gor wê madeyê tê xwestin ku serok li ser desthilatê nemîne, ev yek niha di rojeva washington daye.

Gelek dixwazin ku ew made bihê bicih anîn û Trump ji Koçka Spî bihê avêtin, lê hin jî weha dibînin ku kêmtir ji 2 hefteyan mane, dibe ku dem jibo nehiştina li ser desthilatê ya serok Trump nemabe.

Piştî hêrisbûna cadeya Amerîkî û rexneyên giran ji aliyê siyasetvanên Amerîkî ve li dij tevgeryana Trump li gel encamên hilbijartinên 3ê Mijdarê, di nav de kesên herî nêzîk, cîgirê wî Mike Pence, serokê piraniya Komariya di civata Pîran-Senatoran de Mitch McConnell û sentaor Lindsey Graham, roja Pêncşemê bo cara yekê Trump bi rêya videoyek tomar kirî rexne li êrîşkarên ser Kongresê kirin û herwiha pejirand ku Joe Biden Serokê nû yê Amerîka ye lê dîsan gilî û rexenyên xwe yên li ser hilbijartinan dubare kirin.

Sirwan Qiçço - Rojnamevan- Washington
Sirwan Qiçço - Rojnamevan- Washington

Bo danûstandina li ser vê mijarê û vê bûyera giring, bernama Hello Washington mêvandariya Kanî Xulam, Rêveberê Tora Agahiyan ya Amerîkî-Kurdî AKIN li Washington û Rojnamevan û Çavdêrê Siyaseta Amerîkî Sirawan Qiçço kir.

Her du mêvanan rojeva siyasî ya piştî biserdagirtina Kongresê ji aliyê piştevanên Donald Trump ve û astengî û karên pêşî yên rêveberiya nû ya Amerîka nirxandin û gotûbêj encam dan.

Hello Washington 08 01 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG