Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dûrxistina Şaredarên HDP'ê Û Reaksîyonên Heyî


Mitînga HDP li Amed-Diyarbakir
Mitînga HDP li Amed-Diyarbakir

Roja Duşemê Wezareta Derve ya Tirkiyê bi biryarekê Şaredarên Sê bajarên mezin yên Kurdan li Başûrê Rojhilatê Tirkiyê bi tawana têkiliyên bi terorê re ji karên wan dûrxistin.

Dûrxistina Şaradarên Kurd ji bajarên Amed, Wan û Mêrdînê bo sedema reaksyonên cûda, pêşî Şaredarê bajarê Stenbolê Ekrem Îmamuglo(CHP) hat, Îmamuglo got"Ev binpêkirina Îradeya Gel e û nayê qebûlkirin".

Herwiha hevserokên Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê di preskonferensan de reaksyon nîşan dan û dan zanîn ku ev derbeyeke li Demokrasîya Tirkiyê hatîye dan, herwiha dan zanîn ku biryara Erdogan û hikûmeta wî tolhildana encamên hilbijartinên Stenbolê ne.

Peyvdara Nûnerîya Sîyaseta Derve û Ewlekarî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Maja Kocijancic bi daxuyanîyek nivîskî ser jikardûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê bertek nîşan da

Di daxuyanîyê de hat gotin ku erkdarkirina qeyûman zararê dide demokrasîya herêmî.

Zekî Îrmez hevserokê Partîya Demokratîk Ya Gelan HDP
Zekî Îrmez hevserokê Partîya Demokratîk Ya Gelan HDP

Berdevika YE’ê da zanîn ku divê li Tirkîyê bo aştîyê demûdest peyvajoyeke sîyasî ya nû destpê bike.Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ser bidûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê axifî.
Ortagus dîyar kir ku bidûrxistina bajarvanên hilbijartî û erkdarkirina kesên nehilbijartî fikaran çêdike.
‘’Em hêvî dikin ku Tirkîye kêşeya xwe bi demokrasîya xwe û bi dîyaloga berfireh ya bi Kurdan re çareser bike’

Ev mijar bi mêvanên bernama Hello Washington re hat gotûbêj kirin, pêşî mêhvanê bernamê Zekî Îrmez Hevserokê HDPê yê Şirnexê got "Dûrxistina Şaredarên Partiya me, em wê weke derbeyekê dbînin û weke binpêkirina vîna gel dibînin".

Wahid Ada Siyasetvanê Kurd li Tirkiyê
Wahid Ada Siyasetvanê Kurd li Tirkiyê

Îrmez herwiha got"piştî hilbijartinên 2014an jî dîsan cardî nêzîkî 100 şaredarên me hatbûn dûrxistin û Qaymaqam û walî xistbûn şûna wan û wek qayum wezîfedar kirbûn û destê xwe danîbûn ser vîna gel."

‌Herwiha Wahîd Aba, Cîgirê Serokê Partîya Azadîya Kurdistan PAKê got"Dewleta Tirkiyê jib o destkeftên Kurdan ji dest bigire, qanûnên xwe jî binpê dike".

Hello Washington 23 08 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:13 0:00

XS
SM
MD
LG