Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdana Brunson û Hindabûna Xaşiqçî di Têkiliyên Amerîka û Tirkiyê de


Pompeo û Erdogan
Pompeo û Erdogan

Roja Îna burî 12î Oktoberê dadgeha Tirk biryara serebst berdanda qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson da.

Dadgehê jiber tawanên terorîzmê 3 sal û 1,5 meh cezayê zindanê li Brunson birîn, lê jiber ku sizayê hatî birîn ew dem di zîndanê de derbas kirîbû, jiber wê yekê biryara berdana wî hat dan.

Berî qeşe Brunson bihê berdan bi 10 rojan, rojnamevanê Erebistana Saûdî yê naskirî Cemal Xaşiqçî dema bo karekî serdana konsulxaneya Saûdî kir bû li Stnebûl hinda bû û behsa kuştina wî tê kirin, lê heta niha çîrokên li ser hindabûn û kuştina Xaşiqçî bi şêweke fermî ji aliyê berpirsên ti welatan ve nehatiye ragihandin.

Têkiliya van herdu bûyeran, berdana Brunson û kuştina Xaşiqçî bi hevre heye yan na û ewê çi bandor li ser têkiliyên Tirkiyê û Amerîka hebe? Ev pirs mijar bernama "Hello Washington" bû, mijar bi herdu mêhvanên hêj re, Dr. Abdullah Kiran mamostayê zanîngehê û pisporê siyaseta navnetewî ji Tirkiyê û birêz Hoşeng Osê nivîskar û şirovekarê siyasî ji Belcîka hat gotûbêj kirin.

Dr.Abdullah Kiran Mamostayê Zaningehê ûPisporê Siyaseta Nêvdewletî
Dr.Abdullah Kiran Mamostayê Zaningehê ûPisporê Siyaseta Nêvdewletî

Dr. Abdullah got"pirsgirêkên Tirkiyê yên bi Amerîka re bi berdana qeşe Brunson nayên çareser kirin, têkilî weha zû weke berê navegerin".

Hoşeng Osê Nivîskar û Şirovekarê Siyasî
Hoşeng Osê Nivîskar û Şirovekarê Siyasî

Birêz Hoşeng Osê got"girtin yan jî berdana qeşe Brunson ne sedema têkçûn yan jî avakirina têkiliyên stratejî yên Amerîka û Tirkiyê bû, berdana Brunson ne derî li pirsgirêkên aloz yên niha di navbera Tirkiyê û Amerîka de hene vedike, ne jî dibe sedama girtina wan derîyan"

Hello Washington 19 10 2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:55 0:00

XS
SM
MD
LG