Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Siberoja Doza Girtîyên Behdînanê


Dadgeha Hewlêrê bê ku sedemekê nîşan bide, rûniştina doza mamosta Bedel Berwarî û rojnamevan Omîd Beroşkî careke din hat paş xist,

Dadgehê biryar da ku rûniştin di dawîya Cotmehê de çêbe.

Berwarî, Beroşkî û bi dehan rojnamevan û bizavkarên din pirtir ji salekê li girtîgehê ne, bi sedema ku wan aramîya Herêma Kurdistana Îraqê têk biriye.

Arî Bedel, kurê Bedel Berwarî di bernameya Hellow Washington degot ku ew pirtir ji salek e ye ku bavê wî girtî ye û heta niha nizanin ew bi çi îdiayan tê tawanbar kirin.

Parêzerê Berwarî, Reving Kurdistanî jî dibêje ku doza girtîyên Behdînanê hemî sîyasî ne û ew nema bûyereke xwecîhî ye jiber ku bûye dozeke navnetewî loma karbidest nizanin ku çi bi vê dozê bikin û çawa dawî li wê bînin.

“Ger karbidest bi awayekî rêkûpek vê dozê bi rê ve nebin, ew dikarin zîyanê bigehînin nav û dengê Kurdistanê,” parêzer Kurdistanî got.

Di rûniştina îro de jimareke parlamanter û nûnerên sazîyên sivîl jî amade bûn.

HW_Bedel_Berwarî_Behdinan_Case_09_17_2021_DS
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:47 0:00

XS
SM
MD
LG