Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Salvegera Duyê ya Operasyonên Tirkîyê li Dijî Efrînê


Efrin
Efrin

Roja 20ê Çileya sala 2018ê Tirkiyê bi şêweke fermî operasyona girtina Efrînê û têkbirina Hêzên Parastina Gel YPG'ê ragihnadbû.

Piştî şerên dijawar yên di navbera artêşa Tierkiyê û grûpên çekdar yên girêdayî wê ji opozisyona Sûrî li aliyekî û şervanên YPG'ê li aliyek din navenda Efrînê hat kontrol kirin. Di Newroza heman salê de Tirkiye û grûbên çekdar herêm û gundewarên Efrînê girtin.

Çavkaniyên herêmî û rêxistinên navnetewî didin zanîn ku zêdetirî 300,000 kes ji Efrînê koçber bûne û mal û warên xwe bi cih hêlane û niha li kampên koçberan li herêma Şehba jiyana xwe di rewşek xerab de derbaz dikin.

Rêxistina navnetewî yên weke Çavdêrîya mafên Mirov "HRW" û Lêbûrîna Navnetewî "AI" dan zanîn ku gelek binpêkirin û kuştin û zûrdestî li Efrînê pêkhatine piştî ku grûbên çekdar û leşkerên Tirk ketine herêmê, heta ku di raportên xwe de ragihand ku tawanên cengê li dij xwecihên herêma Efrînê pêk hatine û çekdarên girêdayî Tirkiyê kuştin, hindakirin û derbederkirina bi zûrî ya xelkê Efrînê encam didin, û hewildanên guhertina demografiya herêmê dom dike.

Hozan
Hozan


Bo danûstandinên li ser vê mijarê û çarenivîsa herêmê û xelkê wê bernama "Hello Washington" mêvandarîya Hozan Efrînî nûnerê Hevpeymaniya Demokratîya Sûrî li Herêma Kurdistana Îraqê û Yûnis Bahram serokê Foruma Almanî-Kurdî kir.

Mêvanên bernamê derbarê çarenivîs û rewşa herêma Efrînê nêrîn û

Yûnis Bahram Şirovekar û Çalakvan
Yûnis Bahram Şirovekar û Çalakvan

bûçûnên xwe parve kirin, Hozan Efrînî da zanîn ku berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê jiber derbazbûna hêla gazê niha lihev in, jiber wê yekê Rûsya rê da ku Tirkiyê êrişî herêma Efrînê bike.

Ji aliyê xwe de Yûnis Bahram got, ya herî xerab aliyekî Kurdî heye bi delweta Tirkiyê re ye û destekê dide Tirkiyê, ji er wê yekê lihevhatin û yekîtîya Kurdan zehmet e.

Hello Washington 02 08 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:56 0:00


XS
SM
MD
LG