Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Faysal Dagli: Tirkiye li Herêmê Bûye Pirsgirêkek


Roja Çarşemê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan li Tirkiyê piştî gilî û nerazîbûnên partiya AKP û serokê wê R. T.Erdogan li ser encamên Stenbolê yên hilbijartinan destûrname da berbijarê CHPê Ekrem Îmamoglu û êdî bi fermî ew bû Şaredarê Stenbolê.

AKP ku partiya desthilatdare li Tirkiyê, gelek bajarên mezin yên weke Enqere, Stenbol û Antalya ji dest dan.

Li jêr ronahîya van guherînan, rewşa AKP û serokê welat Erdogan dê çi be? CHP heta çi ast dikare bibe alternatîva AKPê?

Kurdan çi rol heye di van guherînan de û demokrasî û siberoja Tirkiyê dê çi be? Ev pirs û mijar di bernama "Hello Washington" de bi rojnamevan û şirovekar Faysal Dagli re hatin gotûbêj kirin.

Dagli dibêje ku ji derveyî pirsgirêkên zêde yên li Tirkiyê hene, êdî Tirkiye biserê xwe pirsgirêke li herêmê, wê destê xwe xist nava gelek welatan êdî tê de asê maye.

Temamiya şiroveyên Dagli ji fayla deng guhdarî bikin

Hello Washington 19 04 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:46 0:00

XS
SM
MD
LG