Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Çarenivîsa Encamên Hilbijartinên Îraqê


Mouayad Tayib, Husên Hesen Nermo û Dr. Samî Etroşî

Roja Çarşema bûrî Parlemena Îraqê bi 174 dengan ji hejmara 328 endaman sersatkirina yasa nûpmre 45 ya sala 2013an da, li gor biryarêdivê dengên hilbijartiana 100% bidest bihên hejmartin, dengên ku di hilbijartinên 12î meha Gulanê de hatbûn dan.

Serok hikumetê Îraqê Haider Abadî roja Sêşemê da bû zanîn ku ew xal û belgeyên komîta lêgerîn û lidûvçûna encamên hilbijartinan di pejirîn û weke karek baş û erênî dît.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan li Îraqê roja Pêncşemê 7î hezîranê di daxûyaniya xwe de ragihand ku biryara parlemenê ya serastkirin yasa nûmre 45 ya sala 2013an karek ne raste û li dij yasa û Destûra bingehîn ya Îraqê ye.

Hello Washington, derbarê gotûbêj kirina mijara encamên hilbijartinên Îraqê ber bi ko de diçin? Mêhvandariya birêz Mû'ayad Tayib, Yasanas û endamê berê yê parlemena Îraqê, birêz Hûsên Hesen Nermo, endamê berê û birêz Dr. Samî Etroşî çavdêrê siyasî kir.

Hersê rêzdaran ji aliyê qanûnî û siyasî de mijar nirxand, mêhvan di wê bawerê de bûn ku Îraq ne welatê qanûnê ye û piraniya pirsan bi peyman û lihevhatina hêzên siyasî tên meşandin, herwiha dan zanên ku biryara parlemenê biryarek siyasî ye, hejmartina dengan jî bê hevkarîya siyasî nikare tiştekî bi guherîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:00 0:00

XS
SM
MD
LG