Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Navbera Siyaset û Civakê de Jinên Herêma Kurdistana Îraqê


Zerî Newzad û Viyan Mayî
Zerî Newzad û Viyan Mayî

Duberî û nakokiyên di nava hêzên siyasî de li herêma Kurdistana Îraqê ne tenê bandor li ser pêşveçûnên siyasî, îdarî û aborî kirîye, lê raste rast bandora wê li ser jinan heye.

Di wan nakokiyan de jin pir caran dibe qurban, tûndî li dij wê tê bikar anîn û dibe armanca gef û nav reşkirinê, neçar dimîne yan karê xwe bi cî bihêle yan bêdeng bimîne.

Nakokiyên siyasî, pêgirî nekirin û guh nedana yasayê, rewşa aborî û serdestiya zilam û malbatê bandora xwe li ser rolê jinan li herêma Kurdistana Îraqê dike.

Li herêmeke federal ku nêzîkî 30 sal in di rewşeke taybet de ye, jin ketine nava siyasetê, gihane parlamanê, di çalakîyên civakî û kulturî û mafên mirovan de rol lîstine, lê tim bûne armanca gef û tirsandinê.

Bernama Hello Washington pirsa jinê li herêma Kurdistana Îraqê bi mêvanên xwe Zerî Newzad, Berpirsa Encûmena Afretan li parêzgeha Duhokê û Viyan Mayî çalakvan û sînemakar re gotûbêj kir.

Hello Washington 26 04 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:03 0:00

XS
SM
MD
LG