Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Di Roja Cîhanî ya Penaberan de Rewşa Penaberan


Campa Holê li Hesekê-Sûriya
Campa Holê li Hesekê-Sûriya

Netewên Yekbûyî roja 18ê Befranbarê weke roja cîhanî ya penaber û koçberan ragihandiye, herî zêde koçber û penaber li herêmên şer û nakokî lê hene rastî derdeseriyên mezin tên, ji war û malên xwe koç dikin, di kampan de di rêyên rev û xwe rizgar kirinê de rastî hemî cûrên nexweşî û tundiyan tên.

Jiber şerê 10 salan yê li Sûriyê û şerê çendîn salan yê li dij DAIŞê, li herêma Rojhilata Navîn herî zêde li Îraq û Sûriyê koçber û penaber hene, bi taybet jî li herêmên Kurdan li Sûriy çi yên penaber bûne û reviyane welatên derve, çi jî yên li ser axa welatê xwe koçber bûne.

Jiber şerê nêzî 10 salan li Sûriyê heta amade kirina van raport û bernama koçberî li herêma Bakurê Rojhilata Sûriyê çê dibe û li Eyn Îsa û herêmên din grûpn çekdar êrîşî bajarokê Eyn Îsa û gundên dewrûber dikin xelk ji malên xwe koç dikin.

Koçberî û penaberî bi serê xwe wêrankarî û derdeseriyek mezine, îsal jiber pandemiya vîrusa korona êş û bargiraniya koçberan çend qatî zêde bûne.

Berpirsên navnetewî jî ji rewşa penaber û koçberên li herêmê xemgînin û nerihetin, nûnerê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Otto Pedersen got ku divê rêxistinên navnetewî alîkariyên mirovahî bigehînin Bakurê Rojhilata Sûriyê, bi taybet kampa Holê di metirsiyê de ye.

Herwiha Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Kelly Craft bang li Rûsya û rejîma Sûrî kir ku rê bidin alîkariyên mirovahî bigehin koçnberan di nav axa Sûriyê de.

Herêma Kurdistana Îraqê jî hejmarek zêde ya Kurdên Sûriyê di nava kampan de vehewandine.

Jibo rewşa penaber û koçberan li herêmê bizanîn, bernama Hello Washington ji ciyên cûda mêhvandariya çend hêjayan kir jibo danûstandinên li ser vê mijarê bikin.

Suzan Fehmî Çalakvan û Nûnera KA li Îraqê
Suzan Fehmî Çalakvan û Nûnera KA li Îraqê

Suzan Fahmî xanima çalakvan û nûnera rêxistina navnetewî ya xêrxwaziyê Khalsa Aid International (KA) pêşî behsa rewşa penaberan kir li herêmê û got" rewşa penaberan ji kampekê bo ya din ciyawaze, kampên ji sala 2012ê hatine vekirin, heta astekî başe lê yên ku sala par 2019ê meha 10 hatine herêmê rewşa wan nebaşe". Xanim Suzan da zanîn ku, nêzî 20,000 penaber yên Kurdên Sûrî wî çaxê hatine Herêma kurdistan, ne hikûmetê û ne jî rêxistinên navnetewî amadekariyên baş nekirbûn.

Suzan dibîje piştî salekê vîrusa korona jî peyda bû, êdî rêxistinên xêrxwazî jî nikarbûn karê xwe bi dirustî bikin.

Ciwan Yûsif
Ciwan Yûsif

Berêz Ciwan Yusif Endamê Komîta Kurdî ya Mafên Mirov li Cenevre beşdarî bernamê bû wî jî da zanîn ku rewşa penaberan li seranserî cîhanê wek tê zanîn rewşek ne normale. Ciwan Yusif got "Komîsariya Penaberan ya Netewên Yekbûyî hersal budceke taybet bo penaberan destnîşan dike, lê îsal jiber ji rewşa vîrusa korona, rewşa aboriya tev cîhanê xerab kirîye, nîva pereyê salên berê nehatiye kom kirin."

Yusf got ku sala par zêdetirî 4 mîlyar dolar bo penaberên Sûrî terxan kirbûn, lê îsal jiber pandemiyê Netewên Yekbûyî nikarin weke caran alîkarî bidin, îsal nîva wî perey nehatime kom kirin.

Yusif got ku heta berî dema koronayê jî, perê ku bo penaberan tê destnîşan kirin karekî tenge, ew jî dikeve di berjewendiya dewletên dewrûber û welatên ku penaber lê hene.

Dilgeş Îsa Heyva Sor a Kurdî li Sûriyê
Dilgeş Îsa Heyva Sor a Kurdî li Sûriyê

Ji Herêma Bakurê Rojhilata Sûriyê berêz Dilgeş Îsa berpirsê beşê Tendirustî yê Heyva Sor a Kurdî li Sûriyê beşdarî bernamê bû got "Hejmarek zêde ji penaberên Sûrî her ji destpêka derketina aloziyên li Sûriyê hatine, ji Himsê, ji Îdlibê li van herêman bicî bûne, em weke Heyva Sor ya Kurdî ji aliyê tendirustî de alîkariyê didin kampan."

Dilgehş herwiha got ku zêdebarî koçberên ji bajarên din yên Sûrî hatine vê herêmê, piştî êrîşên ser Efrînê li herêma Şehba nêzî 5 kamp hene, herwiha ji Girêspî û Serêkaniyê jî piştî êrîşên sala borî 3 kamp hatine ava kirin.

Dilgeş Îsa dibêje, wek tê zanîn kampa herî mezin ya Holê ye, ku malbatên DAIŞê tê de dimînin û kampa Roj jî endam û malbatên DAIŞê yên biyanî tê de dimînin, ev jî bargiraniyek gelek mezine li ser milên me, weke Dilgeş Îsa dibêje.

Mustefa Ramzî Şirovekar
Mustefa Ramzî Şirovekar

Berêz Mustefa Remzî şirovekar û penaberê Kurd ji Sûriyê ku niha li kampa Domîz dijî ya ku li parêzgeha Duhokê ye û penaberên Kurdên Sûrî lê dimîne di bernama Hello Washington de got"Em wek penaberên Kurdên Sûrî, li 10 kampan li Herêma Kurdistanê bicih bûne û rewşa her ciyekê cûdaye, lê em bi dilgermî, mêhvanhewînî û baş hatine pêşwazî kirin."

Şirovekar Mustefa got ku di van kampan de 33 dibistan hene, lê jiber pandemiya vîrusa korona niha xwendin Online tê meşandin û zehmetiyên wê jî hene, herwiha jiber şêweyê xwandinê menhecên ku tên biryar dan bo xwendinê astengî û zehmetî hene, bi taybet li Herêma Kurdistanê xwandin piranî bi kurdî ye, cûdahiya menhecê xwandinê pirsgirêk hene, lê dîsan jî xwendekarên penaber di astê xwandinê de serkeftîne.

Hello Washington 18 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:30 0:00

XS
SM
MD
LG