Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Civîna Erdogan, Putin û Ruhanî û Bandora Ser Krîza Sûrîyê


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serkomarê Îranê Hasan Ruhanî di 4’ê Nîsanê de li Enqerê civîyan.

Her sê serok gihane wê encamê ku civînên wiha bidomînin û prosesa jibo avakirina herêmên aram li Sûrîyê berdewam bikin.

Herwiha her sê alî jibo şerê li dij komên çekdar yên terorîst hevbîr bûn ku her welatek ji wan, pîvanên xwe yên destnîşan kirine û bi navkirina terorîstan hene.

Reaksîyonên cûda yên welatên li herêmê û Ewrupa derbarê wê civînê hebûn.

Di dema pêkhatina civînê de, Serokê Amerîka Donald Trump daxuyanîyên derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyê didan.

Lê, piştî kombûna Pêncşemê ya bi berpirsên ewlekarîyê re, daxuyanî ji Qesra Spî, wezareta derve û Pentagonê derketin ku hêzên Amerîkî heta ku rêxistina tundrê, DAIŞ bi temamî were jinav birin, li Sûrîyê bimînin.

Di Hello Washingtona vê heftê Newaf Xelîl, berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya û Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) wê kombûnê dinirxînin.

Bozyel dibêje ku hevpeymanîya sêqolî, hevpeymanîyek têkçûyî ye û nagiheje ti encaman jiber ku têkçûna wê ji civîna dawîyê ya Soçî destpêkiribû. Bozyel îdia dike ku Tirkîye li ser Pira Sîratê ye anu li ber ketinê ye.

Xelîl jî dibêje ku gelek zehmet e ku berjewendîyên her sê welatan hevdu bigirin loma ewê qet serkeftinê bidest nexin.

Hello Washington 06.04.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:09 0:00

XS
SM
MD
LG