Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Lihevhatina Derbarê Komîta Nivîsandina Destûrek Nû Bo Sûriyê


Hisên Omer û Hewas xelîl - Hello Washington
Hisên Omer û Hewas xelîl - Hello Washington

Şanderê taybet yê Netewên Yekbûyî Geir Pederson li destpêka vê hefteyê serdana Dîmeşqê kir û li gel berpirsên Sûrî rûnişt.

Gei da zanîn ku ew li gel Wezîrê Derve Walîd Al Mualim li Dîmeşqê axivîye, rejîm û hêzên opozisyonê derbarê komîta danîna destûrek nû bo Sûriyê lihev kirine.

Piştî vegera Geir ji Sûriyê, roja Çarşmê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku li Sûrîyê komîteya qanûna bingehîn hatiye ava kirin. Guterres ji rojnamevanan re dîyar kir ku komîte di hefteyên pêş de li Cenevrê dê kom bibe.

Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê di şerê navxweyî ya Sûrîyê de, ku bi qasî 8 sal in didome, wek gaveke girîng tê dîtin.

Piştî ku daxûyaniyên fermî derketin, Hikûmeta Sûrî da zanîn ku destûr dê ji aliyê Sûriyan ve bihê nivîsîn, ew qebûl nakin çi hêzek biyanî destê xwe bixe nava karên Sûriyê û şerê grûbên terorîst jî dê berdewam bibe.

Berpirsên Kurdan yên ku li herêma Rojhilat û Bakûrê Sûriyê Rêveberîyek Herêmî ji xwe re ava kirine û Amerîka piştevaniya leşkerî ya jibo şerê li dij çekdarên DAIŞê dide wan, dan xweya kirin ku ew qebûl nakin nûnertîya herêma wan di komîtê de neyê qebûl kirin û qewirandina wan ji komîta destûrê dê bibe sedema parçebûna Sûriyê.

Bernama "Hello Washington" mêhvandarîya Hisên Omer Nûnerê Ewrupa yê Partîya Paşeroja Sûriyê – Almustaqbel û Hewas Xelîl Endamê Desteya Danûstendinên Sûriyê kir.

Pêşîyê Hisên Omer got"Ev destûr nûnertîya gelê Sûriyê nake, nûnertîya rastîn ya pêkhateyan nahtîye qebûl kirin, tenê ew kesin yên, nûnertîya rejîma Sûrî, Tirkîyê û Rûsya dikin, tenê ew hatine qebûl kirin."

Omer dîsan dibêje, dema li navan binêrî…Rûsya û Tirkiyê navên xwe feriz kirine da nûnertîya wan û berjewendiya wan bikin.

Hewas Xelîl got "Me weke Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê – ENKS hewil daye nûnerên xwe tevlî komîtê bikin, lê em qet nebûne rêgir ku nûnerên aliyên din û beşên din yên Kurdan tevlî nebin, ji xwe ENKS jî nikare nûnertîya hemû Kurdan bike."

Hello Washington 27 09 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:24 0:00


XS
SM
MD
LG