Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Siberoja Tirkiyê û Çarenivîsa AKPê de Rola Îmamoglu Wê Çi Be?


Bilal Samdûr û Osman Ocalan

Encamên hilbijartinên Stenbolê yên 31. Adarê li hember encamên 23 Hezîranê cûdahiyek mezin hebû, di maweyê zêdetirî 2 mehan, ev encamên weha zêde weke serkeftina Îmamoglu û partiya CHPê û şkestina Binalî Yilidirim û partîya desthilatdar AKPê tê niraxindin.

Her çende partiya AKP'ê heta di hilbijartinên seranserî yên Şaredariyan de li Tirkiyê partiya yekemîn bû, lê dîsan şirovekar weha dibînin ku stêrka AKP û serokê welat Recep Tayyip Erdigan ber bi avabûn û kizbûnê de diçe.

Hin raportên navxweyî û mediya cîhanî serokê Tirkiyê û serokê partiya desthilatdar Erdogan, weke sedema pêşîn yê şkestina AKP di hilbijartinên Stenbolê de dibînin. Herwiha raportên navxweyê Tikiyê didin zanîn ku bo cara yekê ye, piştî 17 salan Erdogan xwe ji encamên hilbijartinan vedişêre û rastiyê şkestinê bû endam û alîgirên partiya AKPê zelal nake, li alityek din silogan û dengên weke "dest ji kar berde" arasetyî Erdogan tên kirin.

Li gur raportên ji nava Tirkiyê, Erdogan gelek hêvîyên çareseriya pirsgirêkên Amerîka û Tikiyê bi dîdara çaverê kirî ya Erdogan û Trump ve girêdane ku dê li Japonya pêk bihê di çarçova Komcivîna G20 de, ku niha li Osaka bajarê Aborî û derbenda avî ya Japonya tên encam dan.

Şirovekar didin zanîn ku pirsgirêkên siyaseta derve ya Tirkiyê û yên nava welat ewqas kûr bûne, ne weha asane zû bihên çareser kirin.

Pirsa siberoja Tirkiyê û rolê Ekrem Îmamoglu di siberoja Tirkiyê de û çaranivîsa wî welatî mijara bernama "Hello Washington" bû, ev mijar bi mêhvanên bernama ê re hat gotûbêj kirin, mêhvanên bernamê berêz Dr. Bîlal Samdûr şirovekar û mamosteyê zanîngehê ji Tirkiyê û berêz Osman Ocalan siyasetvanê serbixwe ji Herêma Kurdistana Îraqê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:19 0:00

XS
SM
MD
LG