Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

‌Hello Washington: Rewşa Tirkiyê di Navbera Rûsya Û NATO de Piştî Kuştina Dehan Leşkeran


Faysal Dagli - Rojnamevan û şirovekarê Kurd li Almanya
Faysal Dagli - Rojnamevan û şirovekarê Kurd li Almanya

Êvariya roja Pêncşemê konvoya leşkerê Tirkî li herêma Îdlib li nêzîk bajarê Seraqib rastî êrîşekê hat, di wê êrîşê da, 33 leşkerên Tirk hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn, weke waliyê Hatayê Rahmî Dogan ragihand bû.

Piştî êrîşê serokomar Recep Tayyip Erdogan, civîneke awarte li gel berpirsên ewlekarîya netewî encam da, roja Înê Erdogan bi rêya telefonê li gel serokê Rûsya Vladimir Putin li ser rewşa Îdlibê û derencamên bûyerê axivîn.

Berpirsên Tirk dan xûya kirin ku wan rêyên derketina ber bi Ewrupa li koçberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin vekirine.

Berpirsên Amerîkî dan zanîn ku ewê li Sûriyê piştgîriyê bidin Tirkîyê û pir caran wan ji Erdogan re gotîye ku pişta xwe bi Putin û Rûsya re gerim neke.

Sekrterê NATO, Jans Stoltenberg di preskonferansekê da li ser bûyera Îdlibê got, ew bang li Rûsya û rejîma Sûrî dikin ku êrîşên li ser Îdlibê rawestînin.

Stoltenberg herwiha got, ewê civîna taybet li ser daxwaza Tirkiyê encam bidin û bizanin kanê NATO dikare bi çi awayî alîkarîya Tirkiyê bike.

Jibo danûstandina li ser vê bûyerê Şirovekar û Rojnamevan Faysal Daglî beşdarî bernama "Hell Washington" bû û nêrînên xwe derbarê rewşa li Îdlibê û têkiliyên Tirkîyê û Rûsa anîn ziman,

Daglî got, wan ji destpêka têkiliyên Tirkîyê û Rûsya dizanî bû ku dê şerên bi xwîn di navbera wan da çê bibin û heyva Hingiv ya Erdogan û Putin dirêj nakişe.

Daglî, herwiha got, pirsa karta koçberan ku Tirkiye li hember welatên Ewrupa bikar tîne, "tawanek mirvahiyê" ye jiber ku nabe berê koçberên jar û şepirze di vê serma û bahozên heyî da bide rêkên nexweş û tarî.

Di bernamê de peyamnêrê Dengê Amerîka li Enqerê Eyyup Demir jî, tevlî bernamê bû û da zanîn ku piştî bûyera kuştina leşkerên Tirk pêkhat "xeyal şikestinek" li Tirkiyê tê dîtin û hêzên opozisyon ji rewşa heyî nerazîne û Erdogan û desthilata heyî rexene dikin, Eyyup pêzanînên dawî yênTirkiyê li ser bûyerê bi guharên bernamê re parve kirin.

Hello Washington 28 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:49 0:00


XS
SM
MD
LG