Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye di Navbera Rewşa Navxweyî û Têkîlîyên Derve De


Parlemana Tirkîyê îro daxwaza Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya pêkanîna hilbijartinên pêşwext erê kir.

Ev mijar hem li Tirkîyê hem jî li derve bû sedema gotûbêjên cûda.

Roja Pêncşemê berdevka wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert got ku hilbijartinên pêşwext li Tirkîyê di rewşa awarte de, adil û azad nabin.

Hello Washingtonê vê heftê rewşa navxweyî ya Tirkîyê û têkilîyên wê yên bi Amerîka û Rûsya re gotûbêj kir.

Lezgîn Botan, endamê parlamena Tirkîyê ji lîsta HDP'ê û nûnerê Wanê got ku Tirkîye di serdema hikûmeta AKP'ê û MHP'ê de di rewşeke aborî ya herî xirab de ye û ev rewş dê di demek zû de biteqe, jiber wê yekê hilbijrtin hatin pêşxistin.

"Pirsgirêka HDP'ê ya derbaskirina benda hilbijartina nemaye. Eger komplo û zorî li ser sindoqan çênebin, HDP dikare 12-15% ya dengan bidest bixe".

Dr. Hawar Nêrweyî, mamostayê Zanîngeha Duhokê jî got ku rêberên AKP'ê û MHP'ê ku, nûnertîya îslamîzm û nasyonalîzma Tirkî dikin, wiha dibînin ku wan bi girtina Efrînê û avakirina bingehên leşkerî di nav axa Sûrîyê serkeftinên leşkerî bidest xistine.

“Tirkîye herwiha rêgirtina encamdan û serkeftina referanduma Herêma Kurdistana Îraqê û herwiha rola xwe ya di dagîrkirina Kerkûkê û Şengalê de wek serkeftinên girîng dibîne.

Hello Washington 20_04_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:01 0:00

XS
SM
MD
LG