Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Qonaxa Nû ya Têkiliyên Tirkîyê Û NATO


Dr. Musa Kaval û Ehmed Dere
Dr. Musa Kaval û Ehmed Dere

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, jinûve bo serokomarîyê hatibû hilbijartin roja Duşemê li parlamentoyê sond xwar.

Bi sonda Erdogan re,Tirkîye bi awayekî fermî derbazî pergala hikûmeta serokomarîyê bû.

Du Roja piştî sond xwarinê de, Erdogan beşdarî hilcivîna Rêberên NATO bû li Bruksel, wezîrê derve yê Tirkiyê berî civînê got, Tirkiye dê sistema S-400 ji Rûsya bikire û kesek nikare rê li Tirkiyê bigire.

Pirsa têkiliyên Tirkiyê bi NATO re û li aliyê din bi Rûsya û Îranê re mijara bernama "Hello Washington" bû. Ev mijar bi her yek ji birêz Dr. Mûsa Kaval şirovekarê siyasî û mamostayê zanîngehê li Hewlêr û birêz Ehmed Dere çavdêrê siyasî ji Starsburg 'ê hate gotûbêj kirin.

Pêşiyê Dr. Musa Kaval got, ku Tirkiyê di rewşek abûrî kirîtîk re derbas bibe, nikare di ragirtina balansa di navbera NATO li aliyekî û Rûsya li aliyê din ragire.

Dere jî got, di hilcivîna NATO de, rêberên Welatên Ewrûpa û Rojava pêşwaziyek gerim li Erdogan kirin.

Hello Washington 13_07_2018 Tirykie û NATO
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:17 0:00

XS
SM
MD
LG