Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Toleyên Ser Îranê û Bandora Ser Têkiliyên Amerîka û Tirkiyê


Lêkolînva û Akademisyon Ebdula Hîcab û Mihemed Alkiş pisporê pirsên Rojhilata Navîn
Lêkolînva û Akademisyon Ebdula Hîcab û Mihemed Alkiş pisporê pirsên Rojhilata Navîn

Têkiliyên dîrokî yên Amerîka û Tirkiyê hevpeymana tekane ya Misilman di NATO'ê de hêdî, hêdî aloztir dibin.

Şandeke Tirkiyê ya di asteke bilind de li Washington bû, roja Sêşem û Çarşeman danûstendin bi Amerîka re kirin, lê wezareta derve got ku berdana qeşe Andrew Brunson şerta pêşîn e.

Roja Înê serok Trump biryar da ku baca gumrukê ya ser alîmînyum û polayê ji Tirkiyê tê duqat bikin. Di heman demê de Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî nivêja Înê got ku "cenga aborî li dijî Tirkiyê dê bi ser nekeve".

Tirkiye di danûstendinan de tekez dike ku ewê pêgiriyê bi toleyên Amerîka yên ser Îranê neke, jiber ku piraniya enerjîya Tirkiyê û gaxza xwezayî ji Îranê tê.

Toleyên Amerîka li dijî Îranê û bandora wê li ser Têkiliyên Amerîka û Tirkiyê mijara vê hefteyê ya bernama "Hello Washington" bû û mêvan jî Ebdula Hîcab ji Oslo û Mihemed Alkiş ji Amedê .

Hicab got ku Tirkiye niha ne tenê ji aliyê aborî ve, ew ji aliyê siyasê de jî di tengasiyê de ye.

"Dibe Tirkiye dema pêgiriyê bi sizayên Amerîka yên ser Îranê bike, vegere Herêma Kurdistanê û Îraqê têkiliyên xwe bi wan re xurt bike".

Hello Washington 10.08.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:27 0:00

XS
SM
MD
LG