Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG û Kurdên Rojava Ser Stratejîya Amerîka Çi Difikrin?


Serokê Amerîka Barack Obama şeva Çarşamê pêr stratejîya Amerîka ya dijî DAÎŞ eşkere kir.

Di vê strateja nû de Sûrîye jî wek Îraqê cîhekî girîng digire û plan heye ku êrîşên esmanî li ser bingehên DAÎŞê yên li wî welatî bêne kirin û hêzên ser serê bêne destek kirin.

Di bernameya Hello Washingtona Dengê Amerîka de helwesta Kurdên Rojava li ser gotara Barack Obama û stratejîya nû ya Amerîka hate nirxandin.

Di bernamê de Polat Can, yek jî fermandêrên serekî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku di van demên dawî de gelek pêsna wê tê dayîn, amade bû.

Birêz Can li ser jimareke mijarên girîng nerînên xwe ligel guhdarên me parve kir û gotara Obama wek gotareke erênî nirxand.​

Daxuyanîya birêz Obama daxuyanîyeke baş e. Taybetî di salvegera êrîşên terorîstî yên11ê Îlonê biryareke manedar e. Em baş dibînin ku hember DAÎŞ koalîsyoneke navnetewî pêk were."

Polat Can geşbîn e ku di demên nêzîk de encamên erênî jibo gelên herêmê û taybetî jî jibo gelê Kurd, hem li Rojava, hem jî li Başûr encamên baş derkevin.

Herwiha, Sekrererê Partîya Yekîtî Îbrahîm Biro û Sekreterê Partîya Çep Mihemedê Musê jî tev li bernamê bûn û gotara Obama nirxandin.

Di bernama taybet de ji Kobanê sernivîskarê malpera Welati Zara Misto, ji Efrînê rojnamevan Elî Roj û ji Qamişlo jî Zana Omer beşdar bûn û nêrîn û çavdêrîyên xwe dîyar kirin.

HW_9_12_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:42:27 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG