Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê George H.W. Bush li Nexweşxane ye


Hate ragihandin ku Serokê berê George H.W. Bush bo beşê çavdêrîya taybet li nexweşxaneyekê li bajarê Houston hatîye rakirin.

Serokê berê yê 88 salî meha borî jiber êşa kulbûna sîngê ji nexweşxaneyê re hatibû rakirin.

Berdevkê wî dibêje, wan birêz Bush roja Yekşemê rakir beşa çavdêrîya taybet ya nexweşxaneyê, piştî ku taya wî bilind bû.

Xanima serokê berê, Barbara Bush roja Krîstmisê ligel kur û nevîyên xwe ligel birêz Bush, li nexweşxaneyê borandin.

Birêz Bush wek Serokê Amerîka yê 41’ê ji sala 1989 ta 1993’an.

Tişt; herî balkêş ku di dema seroktîya wî de pêk hat, avakirina hevpeymanîyeke navnetewî bû ku hêzên Îraqê di sala 1991’ê ji Kuweytê derxistibûn.
XS
SM
MD
LG