Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Mezintirîn Grûbên Çekdar li Kaşmîr Hat Kuştin


Endamên Hizbul Mujahideen li Pakistanê

Di şer û pevçûnên îro Yekûemê da, Rêberê mezintriîn milîtanên çekdar yên herêma Kaşmîr ya nakobar hatiye kuştin, zêdetirî salekê herêm di nava aloziyan daye piştî ku Hindistanê biryara xwepaşda vekişîna ji Kaşmîr dayî weke herêmeke otonum.

Ji dema biryara hikûmeta New Dalhi heta niha li herêma Kaşmîr ya piraniya rûniştvanên wê misilman in, zêdetir ji 190 çekdar ji aliyê hêzên ewlekariya Hindistanê ve hatine kuştin.

Berpirsê polîsên herêmê Vijay Kumar gote ajansa Reuters, Saiful Islam Mir, yê ku bi Saifullah tê naskirin û rêberê grûba Hizbul Mujahideen ya çekdar li bajarê Srinagar yê herî mezin li herêma Kashmir di pevçûnan da hatiye kuştin.

Saiful Islam Mir, li beşa Kaşmîr ya li jêr kontrola Hindistanê da bibû rêberê grûba çekdar piştî ku li meha Gulana sala borî Riyaz Naikoo di şerekî da li gel hêzên Hindistanê hatî kuştin.

Rêberê sereke û tundrê yê Hizbul Mujahideen Syed Salahuddin li Pakistanê dimîne, Amerîka sala 2017ê ew kirîye di lîsta mezntirîn terorîsan da li cîhanê.

Hind û Pakistan her yek dixwze Kaşmîr kontrol bike, lê niha herêmên kaşmîr yên kontrola herdu welatan dabeş kirîye, hikûmeta New Dalhî Pakistanê bi piştevaniya grûbên çekdar yên li herêma Himalaya dimînin tawanbar dike, lê Îslamababê her tim ev îdîayên Hindistanê red kirine.

Tebaxa borî hikûmeta Narendra Modi biryar dabû ku rewşa herdu herêmên Jammu û Kaşmir jinûve serast bike û bikeve jêr Rêveberiya Fedral û bi şêweke baştir rêk bixe, lê pandemiya vîrusa korona bû rêgir di plana New Dalhî da bo rêvebirina desthilatek baştir.

Herwiha li herêmê êrîşên li dij endamên partiya Modi ya bi navê Bharatiya Janata Party (BJP) dibin armanca çekdaran, hefteya borî li Kaşmîr 3 endamên partiya Bharatiya Janata Party ji aliyê çekdaran ve hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG