Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Heta Neha Her Tişt Baş e



Îran bi mûşekan êrîşê ser bingeha El Esad ya Îraqê kir ku hêzên Amerîkî li wir dimînin kir.

Wezareta Berevanî ya Amerîka piştrast kiribû ku ji hindurê Îranê pirtir ji 10 mûşekên balîstîk ji du bingehên Amerîkî yên li Îraqê hatine avêtin.

Piştî êrîşan Serokê Amerîka Donald Trump li ser twîttera xwe peyamek belav kir.

"Îranê bi mûşekan êrîşê du bingehên Amerîkî yên li îraqê kirin. Neha nîrxandina xisar û zîyanê dikin. Heta neha her tişt baş e. Li ser cîhanê bê nîqaş em xwedîyê artêşa bihêz in. Ezê sibehê daxûyanîyek bidim" nivîsand Serok Trump.

Berîya peyama Trump, Wezîrê Derve Mike Pompeo û Wezîrê Berevanîyê Mark Esper jibo nîrxandina rewşê çû Koşka Sipî. Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî bi serokên partîyên di kongreyê de di nav peyewendîyê de ye.

Qesira Sipî dabû zanîn ku Serok Trump li ser êrîşên Îranê hatiye agahdar kirin û ew rewşa heyî ji nêzve dişopîne.

XS
SM
MD
LG