Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Darizandina Rêberê Cudaxwaz yên Ereb Destpê Kir


Dîmeneke ji êrîşa dijî merasîma leşkerî ya di 2018'an ya li bajarê Ahvaz, Îranê (Arşîv)
Dîmeneke ji êrîşa dijî merasîma leşkerî ya di 2018'an ya li bajarê Ahvaz, Îranê (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya fermî ya Îranê IRNA' yê ragihand ku îro Sêşemê rûniştina yekê ya darizandina Habib Feracullah Şaab, rêberê cudaxwaz yê Ereb yê ku ji Îranê ye, pêk hatiye.

IRNA da zanîn ku Şaab bi tawanên beşdarbûna êrîşa dijî merasîma leşkerî ya di 2018'an ya li bajarê Ahvaz ku 25 kes hatibûn kuştin û jiber çend teqînên din tê dadgeh kirin.

Îranê di 2020'an de dîyar kiribû ku hêzên wê yên ewlehîyê Şaab girtine,lê eşkere nekiribû ku ew li ku û çawa hatiye girtin.

Şaab wek rexnegirê rejîma Îranê tê naskirin, ew hem welatîyê Swêdê û hem jî yê Îranê ye.

Tirkîyê piştre 11 kes desteser kiribû, bi gumana ku destê wan di revandina Şaab de heye û wî bi qaçaxî radestî Îranê kirine.

Di darizandina îro de, Şaab bi rêberîya rexistina Ereb ya cudaxwaz ya bi navê Tevgera Tekoşîna bo Rizgarkirina Ahwazê hate tawanbar kirin.

Ew rexistin li eyaleta Xuzistanê ya dewlemendê petrolê ya li başûrê rojavayê Îranê dewleteke cuda dixwaze.

IRNA' yê got ku Tevgera Ahwazê, plankirin û pêkanîna 'gelek peqîn û operasyonên terorîstî" rêve dibe; tevî êrîşa dijî merasima leşkerî jî.

Komeke din ya cudaxwaz, ya ku ew jî serxwebûna Xuzistanê dixwaze, berpirsîyarîya êrîşa merasîmê ku 12 endamên Nobedarên Şoreşa Îranê hatin kuştin, girt ser xwe.

Hevdem, çekdarên rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî berpirsîyarîya êrîşê ragihandin.

Lê, her du rexistinan jî, bo piştraskirina îdayên xwe ti delîl pêşkeş nekirin.

Peywendîyên Îranê bi komên wê yên etnîkî re alozdar in, di nav wan de Ereb, Kurd, Azerî û Belûç hene.

Herwiha, Îran wan di şûna Tehranê de pirtir hevkarîya bi welatên cîran re tawanbar dike.

Ereb û komên kêmhatîyên din demeke pir direjê dibêjin ku ew li Îranê rûbirûyê binpekirinan in, lê dewleta Îranê wan tawanbarîyana red dike.

Rêberê ruhanî yê Îranê, Ayetullah Alî Xameneyî di dema êrîşa dijî merasîma leşkerî got ku êrîşkar ji alîyê hevrikê herêmî yên sereke yên Îranê Erebistana Saudî û Îmarat hatiye fînans kirin.

Lê, her du welatan jî îdayên Xameneyî redkirin.

Ewê darizandina Şaab di rûniştinên pêş ya dadgehê de, berdewam bike.

XS
SM
MD
LG