Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Serlêdana bo Pêdeçûna Cezayê Darvekirinê ya Stranbêjê Kurd Saman Yasîn Qebûl Kir


Sitranbêjê rap yê Kurd Saman Seydî Yasîn
Sitranbêjê rap yê Kurd Saman Seydî Yasîn

Dadwerîya Îranê îro Şemîyê ragihand ku Dadgeha Bilind ya Îranê serlêdana bo pêdeçûna cezayê darvekirinê ya Sitranbêjê rap yê Kurd Saman Seydî Yasîn qebûl kiriye.

Hunermend Yasîn yê ku ji Kirmaşan ya eyalate Kurdistanê û rûniştvanê Tehranê ye di 2’yê Cotmehê de hatibû girtin û bi hewila kuştina hêzên ewlekarî yên Îranê, şewitandina çopa li kolaneke û gulebarankirina 3 caran ber bi hewayê ve hatibû tawanbar kirin.

Lê, Yasîn tevahîya tawanbarîyên dozgerîya Îranê yên dijî xwe bi temamî red dike.
Hunermendê Kurd Yasîn bi stranên xwe yên yên rexnegirên hikûmetê yên ser newekhevî, zordarî û bêkarîyê tê naskirin.

Dadwerîya Îranê hevdem ragihand ku serlêdana serlêdana bo pêdeçûna cezayê darvekirinê ya Mihemed Qebadlo nehatiye qebûlkirin, ku bi kuştina polîsekî û birîndarkirina 5 kesên din di xwepêşandanan de hatibû tawanbar kirin.

Biryara Dadgeha Bilind îro ya di derbarê Yasîn de hat ragihandin, piştî ku 10 roj berê ya cezayê darvekirinê yê Mahan Sedrat hat rawestandin ku bi gelek tawanên wek kêrkirina karmendekî ewlehîyê û şewitandina motorsîkletekê hatibû tawanbar kirin.

Mûhsîn Şekarî û Mecîd Riza Rahnavard ku Îranê di destpêka vê mehê de darve kirin
Mûhsîn Şekarî û Mecîd Riza Rahnavard ku Îranê di destpêka vê mehê de darve kirin

Îranê di destpêka vê mehê de du xwepêşander darve kirin: Mûhsîn Şekarî yê 23 salî, bi îdiaya ku Şekarî kolanek ji trafîkê re girtîye û nobdarekî paramîlîter yê ser bi dewletê birîndar kiriye, girtibû.

Dadwerîya Îranê jiber tawana ‘dijmintîya xwedê’ cezayê mirinê li birîbû û ew di 9’ê Rêbendanê de hat îdam kirin.

Mecîd Riza Rahnavard yê 23 salî jî di 12’ê Rêbendanê de li Meşhedê li ber raya giştî vîncêkî hat îdam kirin.

Dadwerîya Îranê Rahnavard bi îdiaya ku Rahnavard du endamên Besîc kuştiye girtibû û jiber tawana ‘dijmintîya xwedê’ cezayê mirinê li wi jv birîbû.

Şekarî, 23 salî, ku bi girtina rêya sereke di meha Îlonê de û birîndarkirina endamekî hêza Besîc bi kêrê, û Mecîd Riza Rehnewer, 23 salî, ku bi kuştina bi kêran hat tawanbar kirin. du endamên Besîc, û bi eşkereyî bi vîncê avahîsaziyê hatin daliqandin.

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International) dibêje ku desthilatdarên Îranî herî kêm bo 26 kesan daxwaza cezayê darvekirinê dikin.

Amnesty International darizandina wan kesena wek ne rewa û dij huqûqî bi nav dike, "li dadgehên sexte ku bo tirsandina kesên beşdarî serhildana gel ya ku Îran hejandiye de, hatine damezrandin".

Rêxistin hevdem bale dikşîne ku hemû kesên ku bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne, ji mafê parastina guncaw û giheştinan parêzerên ku wan hilbijêrine hatine bêparkirin.

Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) roja Înê ragihand ku li Îranê ji destpêka protestoyan vir ve 503 kes hatine kuştin ku 69 ji wan zarok in.

HRANA got ku herî kêm 18 hezar û 516 xwepêşander jî hatine girtin û 66 endamên hêzên ewlehîyê jî hatine kuştin.

Xwepêşandanên Îranê piştî kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di 16’ê Îlonê de di dema desteserkirina polîsên exlaqî ve destpê kir, ku hê jî didomin.

Xwepêşander ji hemû beşên civakê bi giştî daxwaza têkçûna Komara Îslamî, hilweşîna desthilata wê yên olî û azadîyên bingehîn dikin û hersa xwe bi piranî bi şewitandina wêneyên rêberê bilind Ayetullah Alî Xameneyî û û bi qerînên dijî wî dîyar dikin.

Serhildana ku didome bo desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji kêşeyên herî girîng ya ji destpêka şoreşa Îslamî ya sala 1979’an vir be ye.

Îran welatên biyanî û sixûrên wan bi azirandina xwepêşandanan tawanbar dike, di nav de Amerîka, Erebîstana Saudî û Îsraîl jî.

XS
SM
MD
LG