Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Biro: ENKS û MGRK li ser Cenevre Hevbîr in


Ev çar roj in ku Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) li Hewlêrê hevdîtina dikin ku keşeyên heyî çareser bikin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Îbrahîm Biro, Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd Îbrahîm Biro agahîyan li ser van hevdîtinan dide.

Birêz Biro dibêke her du alî li ser Konferansa Cenevre geheştine rêkeftinekê ku bi şandeyekê hevbeş beşdarî bikin.

"Eger biryar hate dayîn ku tenê du alî di konferansê de amade bin, emê hîngê bi xalên lihevkirî herin Cenevre."

Îbrahîm Biro herwiha dide zanîn ku ew li ser vekirina Derîyê Sêmelka jî qayil bûne û di demên pêş de ew derî careke din vebe.

Biro dîyar dike ku li ser Rêvebirîya Demkî heta niha ew negeheştine ti biryaran.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:07 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG