Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Hilberîna Petrola Cîhanî Wê Heta Dawîya 2026’an Vegere Asta Berî Şerê Îranê

Rêvebirîya Agahdarîya Enerjîyê ya Amerîkayê (EIA) îro Sêşemê pêşbînî kir ku hilberîna petrola xav ya cîhanî û herikîna bazirganîya wê heta dawîya 2026’an vegere asta berîya şerê Îranê.

EIA di raporta xwe ya mehane de got ku piranîya hilberîna ku jiber şerê Îranê rawestîyabû wê di çaryeka yekê ya 2027’an de jinûve destpê bike.

EIA herwiha got ku bihayê bermîlekê petrola xav di çaryeka sêyê ya îsal de wê li dora 74 dolarî bibe, ku ji ya 85 dolarî ya Hezîranê kêmtir e.

Sazîyê meha borî pêşbînî kiribû ku bermîlekê petrola xav wê di çaryeka sêyê de bi navînî ji 101 dolarî derbaz bike.

Di dema şerê Îranê de, dorpêçkirina Tengava Hormuzê ya bi mehan herikîna hilberîna rojane ya bi mîlyonan bermîl petrola ji seranserê Rojhilata Navîn rawestand , û parzûngehên ji Ewrupa yên ber bi Asyayê neçar kirin ku hilberîna sotemenîyê kêm bikin.

Piştî peymana têgihîştînê ya di navbera Amerîka û Îranê de, di rojên dawî de tevgera keştîyan bi rêya avê zêde bûye.

Her çend derbazbûna ji Hormuzê hîn bi tevahî ewle nebe jî, EIA pêşbînîyên xwe yên hilberîna petrolê ya salane zêde kiriye û hevdem pêşbînîyên xwe yên bihayê petrol û sotemenîya motorê kêm kiriye.

EIA di raporta xwe ya îro de texmîn dike ku piranîya hilberîna petrolê ya ku li seranserê Rojhilata Navîn hatibû rawestandin, wê heya çaryeka yekê ya 2027’an vegere asta berîya destpêka şer.

Sazîyê got ku ev yek wê dabînkirina cîhanî zêde bike û kêmbûna ji depoyan hêdî bike. Herwiha wê bazarên petrolê vegerîne rewşeke dabînkirina zêdetir ku wê bandorê li ser bihayan bike.

"Em payîn dikin ku kombûna dabînkîrîna petrolê ya berdewam di sala pêş de wê zextê li ser bihayên petrola xav bike," EIA di raportê de got.

EIA niha pêşbînî dike ku bihayê bermîlekê petrolê heta sala pêş bi navinî dora 65 dolar be, ev ji pêşbîniya sazîyê ya berê kêmtir e ku digot wê di 2027’an de ji 79 dolarî zêdetir be.

Sazîyê herwiha dîyar kir ku bihayên kêmtir yên petrola xav wê bibin sedema kêmbûna bihayên benzînê yên firotinê yên Amerîkî jî.

EIA niha texmîn dike ku bihayên sotemenîya motorê yên Amerîkî di çaryeka sêyê de, wê jibo yek galonê bi navînî nêzîkî 3.80 dolar bin, ku ji 4.21 dolar ya jibo yek galonê di çaryeka duyê de kêmtir e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG