Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî Amano Sibe ligel Serokê Îranê Ruhani Dicive


Serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (International Atomic Energy Agency) Yukiya Amano wê sibe Pêncşemê li Tehranê bi Serokê Îranê Hasan Ruhani re bicive, di vê demê de ku Îran û şeş welatên cîhanê danûstandinên xwe li Vîyana didomînin.

Li ber e Yukiya Amano di seredana xwe de daxwaz ji Îranê bike ku vekolerên wan bikaribin kargehên navokî yên Îranê zîyaret bikin.

Rêberên Îranî di hefteyên borî de bi eşkereyî ragihandibû ku ewê destûr nedin vekolêrên navnetewî ku têkevin nav kargehên leşkerî û ligel zanyaran wan bipeyîvin.

Çavdêr dibêjin, mijara seredana kargehên navokî û dema rakirina toleyên aborî du kêşeyên serekî yên danûstandinên navbera Îran û Amerîka, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya ne.

Hêjayî gotinê ye her du alî do Sêşemê nekarîbûn ku di muhleta nîşankirî de li hev bikin, lê wan biryar dan ku muhleta giheştina rêkeftineke navokî heta 7ê Tîrmehê hatibû dirêj bikin.

XS
SM
MD
LG