Reutersê dîyar kir ku Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), Çavdêrîya Navokî ya Neteweyên Yekbûyî (NY ) îro Duşemê di derbarê xebatên Îranê yên navokî de, jibo endamên xwe raporek ragihandiye.
Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) di rapora xwe de dîyar kiriye ku Îranê xebatên xwe yên bo dewlemendkirina metala uranyumê pêş xistiye.
Welatên rojavayî hişyar dikin ku xebateke bi vî rengî ewê li ser danûstandinên bo vejîna peymana navokî ya Îranê, gefê derxîne holê, "Ajansê, di 14'ê Tebaxa 2021'an de piştrast kir ku Îranê257 g uranyuma ku 20 ji % U-235 dewlemendkirî di forma UF4 (tetrafluorîd uranyum) de bikar anîye da ku 200 g metala uranyumê ku 20 ji % 20 ya U-235 dewlemendkirî hilberîne, " IAEA'yê got.
Hevdem, IAEA destnîşan kir ku ev gava sêya ya plana çar-gavî ya Îranê ye. Gava çara, hilberîna plakaya sotemeniya reaktorê, pêk tîne.
Xebatên Îranê yên li ser metala uranyuma dewlemendkirî, sê hêzên mezin yên Ewrupayê û Amerîka hêrs kir jiber ku ew teknolojî, û zanîna awayê hilberandina wê, dikare jibo çêkirina bingeha bombeya navokî were bikar anîn.
Lê, Îran dibêje ku armancên wê bi tevahî aştîyane ne û ew cûreyeke nû ya sotemeniya reaktorê çêdike.