Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA Dibêje Dirêjkirina Peymana Çavdêrîya Navokî bi Îranê Dijwartir Dibe


Berpirsê Giştî yê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya Rafael Gross
Berpirsê Giştî yê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya Rafael Gross

Berpirsê Giştî yê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya Rafael Grossi îro Duşemê di derbarê peymana çavdêrîya kiryarên navokî ya bi Îranê re axifî.

Rafael Grossi ragihand ku jibo IAEA ku sazîya çavdêrîya navokî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye pêkanîna danûstandinan ser dirêjkirina peymana çavdêrîyê ku hevkariya Têhranê ya bi ajansê re jinûve bi bandor be, dijwartir dibe.

Grossi dema ku jê hat pirsîn ku ka çiqas îhtîmal heye ku her du alî vê mehê dîsa peymanê dirêj bikin wiha got:

"Ez bawer dikim ku her ku diçe dijwartir dibe."

Îran û IAEA 24'ê Gulanê de ragihandin ku dema peymana çavdêrîya kiryarên navokî bo meheke din dirêj dikin.

Îranê bi vê peymanê, destûr da ku çavdêrîya hin kiryarên ku ewê batana qedexe kirin, bidome.

Ew sîstemeke ku wek qutîya reş tê zanîn e ku IAEA nikare pêzanînên berhevkirî heta dema bê ya destnîşankirî nikare kontrol bike.

XS
SM
MD
LG